Sara Glynn: Wê aştî û demokrasî bi hev re bi ser bikevin 2025-06-30 09:05:16   Melek Avci   ENQERE- Sara Glynn ji Komîteya Hevgirtina Kurdistanê tekez kir ku divê pêvajo di nav hesabên siyasî yên AKPê de neyê girtin û divê gel û civaka sivîl xwedî lê derkevin û got, "Aştî û demokrasî dê bi hev re werin qezenckirin an jî qet neyên qezenckirin."   Di encama pêvajoya ku li gorî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir, PKK'ê deklarasyona dawî ya Kongreya xwe ya 12'emîn a ku di navbera 5-7'ê Gulanê de li dar xist, eşkere kir û ragihand ku  têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Di vê çarçoveyê de, her çend hemî rêxistinên civaka sivîl û girseyî yên demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê û li çaraliyê cîhanê pêvajoya "avakirina aştî û civatek demokratîk" hembêz kirine jî, hikûmetê hîn leza xwe zêde nekiriye û piştgiriyek têrker nedaye pêvajoyê. Her çend hikûmet pêvajoyê hêdî hêdî dimeşîne jî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, gel û qada navneteweyî, bi haydarbûna ji vê derfeta dîrokî, xebatên xwe yên beşdarbûna pêvajoyê didomînin.   Sarah Glynn, endama Komîteya Hevgirtina Kurdistanê, di vê çarçoveyê de nirxandin kir.   'PKK di vejandina hişmendiya Kurd de bi ser ket'    Sara Glynn diyar kir ku banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne nû ye, berevajî vê, ew bi dehan salan e dibêje û got, "Ez pêşwaziya gava biryardar a ber bi çekberdanê ve di doza PKK'ê de dikim. Ez bawer im ku ez vê nêrîna berbelav dubare dikim. Bê guman, 'bang ji bo aştî û civakek demokratîk' ne nû ye. Birêz Ocalan bi dehan salan e vê yekê dike, lê fesixkirina PKKê digel kongreyê gavek mezin e. PKK di vejandina hişmendiya Kurd de bi ser ket û dengek siyasî ya bi rastî bihêz da Kurdan, lê di pratîkê de azadî neanî. Ez difikirim ku ev biryara wêrek, biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî, dikare bibe alîkar a girîngtir, bibe alîkar ku hinceta hikûmetê ya ku hemî çalakiyên Kurd wekî 'terorîzm' bi nav dike ji holê rake."   'Ez ne bawer im ku hikûmet bi biryar e'   Sara Glynn, diyar kir ku ziman û pratîka hikûmetê ya li hember banga aştiyê hîn nehatiye çareserkirin û got, "Lê bê guman, peymanek aştiyê ji her du aliyan jî bi biryardarî hewce dike û ez bi rastî ne bawer im ku hikûmet xwedî wê biryardariyê ye. Ew hîn jî deverên ku PKK lê çalak e bombebaran dikin. Zimanê wan hîn jî li ser 'bi dawîanîna terorîzmê' ye û di rastiyê de ew ji demokrasiyê dûrtir diçin. Ew xuya dikin ku pêvajoya aştiyê ji bo armancên siyasî yên Erdogan û armancên siyasî yên partiyên xwe bikar tînin û ew derfetê nadin Birêz Ocalan ku rola xwe ya girîng bi azadî bilîze. Ji ber vê yekê hîn jî gelek tişt hene ku nehatine çareserkirin. Bê guman, ez nikarim bizanim li pişt perdê çi diqewime, û ez fêm dikim ku ev nîqaşên hesas in. Ew nikarin bi eşkere werin kirin, lê ji ber hemî sedemên ku min berê behs kirine, nebûna pêşveçûnek berbiçav û nebûna gavên ku dikarin alîkariya me bikin ku em bawer bikin ku hikûmet bi niyeta baş tevdigere bi rastî min xemgîn dike."   'Divê platformek ji bo têkoşîna siyasî ji endamên PKKê re bê dayîn'   Sara Glynn wiha domand: "Ger PKK çekên xwe deyne, endamên wê ji bo vê yekê û entegrebûna xwe di civaka demokratîk de, û ji bo ku bikaribin têkoşîna xwe ya siyasî bi rêbazên siyasî bidomînin, hewceyê rêyek ewle ne. Bi gelemperî, ji bo mafên Kurdan pêdivî bi garantiyek destûrî ya yasayî heye. Wekî ku gelek caran hatiye gotin, li Tirkiyeyê bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd demokrasî ne mimkûn e û ev çareserî bêyî demokrasiyê ne mimkûn e."   'Beşdarbûna berfirehtir rê li ber AKP'ê digire ku pêvajoyê îstismar bike'   Sara Glynn diyar kir ku ji bo ku demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikeve û were bicîhanîn, pêdivî bi garantiyên yasayî û destûrî heye û got:"Her wiha girîng e ku vê carê pêvajoya aştiyê partiyên din ên siyasî û civaka berfireh jî di nav xwe de bigire, da ku AKP hewl nede ku pêvajoyê ji bo berjewendiyên xwe îstismar bike. Divê pêvajoya aştiyê nebe milk û armanca hikûmeta AKP'ê û her beşên berfireh ên civakê bêtir çalak bin."   'Demokrasî û aştî yan bi hev re tên bidestxistin yan jî qet nayê bidestxistin'   Sara Glynn got, "Civînên ku niha ji hêla DEM Partiyê ve di hemû astan de têne lidarxistin dê bibin alîkar ku beşdariya berfirehtir misoger bikin.  Ez difikirim ku têkoşînek hevbeş ji bo aştî û demokrasiyê hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla stratejîk ve girîng e. Wekî ku min berê jî got, demokrasî û aştî yan bi hev re tên bidestxistin yan jî qet nayê bidestxistin."   'Paradîgma rêya jiyana di aştiyê de nîşan dide'   Sara Glynn, bal kişand ser paradîgmaya Abdullah Ocalan û got: "Paradîgmaya Ocalan nîşan dide ku rêyek din heye ku civak were rêxistin kirin û bi hev re bi aştiyê bijîn. Bê guman, ev paradîgma bû sedema ku ez ji bo Kurdan bixebitim û ez difikirim ku gelekên din jî. Hikûmeta xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pratîkê de nîşan da ku ev çiqas girîng e, lê pirsgirêk ev e ku hêzên emperyalîst bi vê yekê re eleqedar nabin. Wekî ku me li Sûriyeyê dît, ew tercîh dikin ku piştgiriyê bidin varyantek El-Qaîdeyê ku dostê Tirkiyeyê ye û amade ye ku polîtîkayên aborî yên neoliberal qebûl bike. Ez difikirim ev pêvajo ji bo me pir girîng e ku em bibînin rêyek din heye ku civak li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were rêxistin kirin û wê peyamê belav bikin."