Sebahat Atabey hat definkirin 2025-06-29 09:39:48     ŞIRNEX - Sebahat Atabey a li Ceyhanê hate qetilkirin, li Cizîrê ji aliyê jinan ve hate veşartin.   Cenazeyê Sebahat Atabey ku li taxa Belediyevleri ya navçeya Ceyhan a Edeneyê ji aliyê Eyup Atabey ve hate qetilkirin, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê birin navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê li Goristana Asrî darbesta Sebahat Atabey hildan ser milan û birin gora lê bê veşartin.   Cenazeyê Sebahat Atabey li ber dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hate veşartin.