Li Amedê panela ‘Kevneşopiyên berxwedanên jinan yên li Mezopotamyayê’ 2025-06-26 20:20:52   AMED - Li Peyasê panela ‘kevneşopiyên berxwedanên jinan yên li Mezopotamyayê’ pêk hat û jinan di panelê de balkişandin ser rola jinan a di civakê de.    Ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyas a Amedê ve ‘kevneşopiyên berxwedanên jinan yên li Mezopotamyayê’ pêk hat.  Panel li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan pêk hat. Hevşardara Peyasê Berîvan Gulşen Sîncar, xebatkarên jin yên şaredariyê, meclîsa jinan a Peyasê û rêxistinên jinan tevli bûn. Ji Jîneolojiyê Fîgen Aras wek axaftinker tevli panelê bû û da zanîn ku jinên Mezopotamyayê ji dîrok3e heta îro li dijî zilm, newekhevî û darkirinê berxwe dane. Fîgen Aras anî ziman ku di civakên berê de jî gelek jinên pêşeng hebûne û ji bo azadiyê têkoşîn meşandine.     Fîgen Aras ji tecrubeyên dîrokî û şerên îroyîn derket û balkişan dser rola jinan a di civakê de.   Panel bi pirs û bersivan bidawî bû.