Li Îranê mamosteya Beluç hat qetilkirin 2025-06-26 19:50:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê  mamosteya Beluç Hossniyeh Kolkolî ku di encama êrîşa kesên bi bi cilên sivîl de bi biranî birîndar bû piştî têkoşîna 6 rojan a jiyanê jiyana xwe ji dest da.    Li bajarê Îranşahr a eyaleta Sîstan-Belucîstan a Îranê 19’ê hezîranê de kesên bi cilên sivîl gule reşandin û mamosteya Beluç Hossniyet Kolkolî (41) jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya  INCRI’ê Hossniyeh Kolkolî li gundê Surap a girêdayê Îranşahrê mamostetî dikir û heman demê de jî dayika çar zarokane.