Kongra Star: Divê demildest elewiyên li peravê bên parastin 2025-06-26 16:52:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi daxuyaniyekê got: "Em ji tevahî rêxistinên jinan ên azad ên cîhanê, tevgerên civakî û demokratîk, rêxistinên alîkarî û mafên mirovan, tevahî gel û wijdanên zindî yên ku baweriyê bi nirxên hevgirtin û azadiyê tînin, daxwaza lezgîn dikin ku parastina Elewiyan bikin."   Kongra Star der barê zêdebûna sûc û binpêkirinên li dijî Elewiyên li perava Sûriyeyê de, nexasim li dijî jinan, daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:   "Digel rastiya aloz a şerê ku zêdetirî 10 salan e li Sûriyeyê didome û di çarçoveya polîtîkayên nijadperestiyê yên sîstematîk de yên bi hewldana qelskirina bingehîn jiyana hevbeş, em şahidê bûyerên xeternak ên binpêkirin, qetilkirin û revandinên li dijî mezheba Elewî ya li perava Sûriyeyê ne. Ev binpêkirin sivîl û leşkeran, jin û mêran, zarok û mezinan ji hev cuda nake.   Ev sûcên ku xwedî karekterekî mezhebî ne û xwedî daxmayên hêzên herêmî û xwecihî ne di çarçoveya "şerê taybet" de tev digerin, ne tenê bûyerên cuda tên kirin e, lê berdewama rêxistinbûyeke tundî ya sîstematîk e, ku armanca wan parçekirina mozaîka Sûriyeyê ya pirrengî ye û ji nû ve şerekî navxweyî bi rêya mezheb û pêkhateyan biafirînin.   Em Kongra Star, weke tevgera şoreşgerî bawer dikin ku azadiya jinê bingeha azadiya civakê ye û dibînin ku bûyerên li dijî xelkê mezheba Elewî hedefgirtina yekser li dijî mafê jiyan û rûmetê, derbekirina nirxên pirrengî û wekheviyê ye. Em diyar dikin ku bêyî parastina her pêkhateyekê tu aştî li Sûriyeyê nîn e û bêyî redkirina kokên nijadperestiya mezhebî yan jî neteweyî yan jî olî tu demokrasiyeke rastîn li Sûriyeyê tune ye.   Me demeke dirêj parastina mafên jinan, gel û pêkhateyan di çarenûsa xwe û avakirina çarenûseke hevbeş de kir, em îro weke her tim, li kêlek her kesên rastî çewisandin, qirkirin û paşguhkirinê tên disekinin. Em dengê xwe tev li qêrînên êş û redkirinê yên xelkê perava Sûriyeyê li hember qetilkirin, revandin û heqaretkirinê, dikin.   Sûriye yê ku gelên wê di oxira rûmet û azadiyê de serî hildaye, ne pêkan e ji nû ve li ser navendîbûyînê û bidûrxistinê were avakirin. Her projeyek hewl bide jinûve netewe-dewleta navendî hilberîne ew li dijî fedakariyên milyonan jin û mêrên Sûriyeyî îxanet e. Divê siberoj li ser bingehên demokrasiya rast, naskirina hemû pêkhateyan, beşdariya aktîv a jinan di birêvebirina civak û siyasetê de, weke garantiya teqez a pêşîlêgirtina dubarebûna karesatê ye, were avakirin.   Li ser bingehê, em ji tevahî rêxistinên jinan ên azad li cîhanê, tevgerên civakî û demokratîk, rêxistinên alîkarî û mafên mirovan û tevahî gel û wijdanên zindî yên ku baweriyê bi nirxên hevgirtin û azadiyê tînin, daxwaz dikin ku li kêlek xelkê mezheba Elewî bisekinin ku sûcên qetilkirin û revandinan dubare nebin. Tiştê îro rû dide sînorê êşê û zehmetiyên rojane derbas dike û pêdivî bi gelek daxuyaniyên şermezarkirinê heye. Li vir pêdivî ye jin tev bigerin û helwesteke exlaqî ji bo dabînkirina parastinê û pêşkêşkirina piştgiriyê bi tevahî şêweyên wê, nîşan bidin. Ji dengekî azad û hemleya hevgirtinê bigire heta alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo bajar û gundên peravê ku zehmetiyên xizantî, paşguhkirin û tirsa hedefgirtinê, dikişînin   Bila piştgiriya we nîşaneya yekitiya têkoşînê be, ku doza jinan û gelan nayê parçekirin û hevgirtina navneteweyî rêya yekane ya rawestandina sûcên rejîm û hêzên dagirker e.   Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji cihê ku çand û pêkhate hev hembêz dikin ve, em destê xwe dirêj î perava Sûriyeyê ya birîndar dikin û hevgirtina xwe pê re nîşan dide. Têkoşîna me yek e û çarenûsa me hevbeş e."