‘Partiya me seferberî îlan kir, dewlet tu tiştekî nake’ 2025-06-26 09:07:23     MERSÎN - Jinên tevli kongreya Tarsûsê bûn diyar kirin ku di vê pêvajoya ku bi banga "Aştî û civaka demokratîk" pêş ketiye de dewletê tu gav navêtiye û gotin divê jin xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin.   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û bi vê re deriyên pêvajoyeke nû hat vekirin. PKK’ê di 12’yê Gulanê de biryarên kongreya xwe ya pêk anî aşkera kir û piştî vê hîna dewletê gavek navêtiye.   Ji jinên ku tevli kongreya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Tarsûsê bûn, Halîde Ezel, da zanîn ku tevî di ser pêvajoyê de derbas bûye dewletê hîna gavek navêtiye. Hatîce Polat jî banga xwedî derketina li pêvajoyê li jinan kir.   Bixwazin lihev bikikin divê dawî li êrişa bînin   Halîde Ezel diyar kir ku Abdullah Ocalan bi banga kiriye rê daye ber dewletê, lê hîna dewletê tu tiştek nekiriye. Halîde Ezel wiha dirêjî dayê: “Em aştiyê dixwazin. Rêberê Apo rê nîşan da rê vekir. Ew gavê navêjin. Li cihê xwe sekinîne. Hewl didin me bixapînin. Ger samîmî bûna wê girtî berdana. Ger aştî bixwestana wê şer nekiriba. Hîna çekên kîmyewî bikar tîne. Ev nîşaneyên şer in. Nikarin me bixapînin. Ger êrîşên bombeyî bidin sekinandin, ger gotinên  Apo bînin cih, girtiyan berdin em ê pê bawer bikin. Em dixwazin Rêber Apo serbest berdin. Em aştî û aramiyê dixwazin. Em wekheviyê dixwazin.”   Dewlet hîna li cihê xwe sekinandiye   Halîde Ezel di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bi banga aştî û civaka demokratîk re DEM Partiyê seferberî îlan kiriye û wiha domand: “Çawa ku Apo rê vekir partiya me jî seferberî da destpêkirin û deriyên mezin vekir. Lê ew hîna li cihê xwe sekinandine. Sê meh derbas bû. Gotin wê cejnê de girtiyan berdin. Girtî benedan. Firoşkarên hişbirê, tacîzkar, tecawizkar, yên zirarê didin zarokên me berdan. Kanê gava wan? Gotin wê Abdullah Ocalan bê meclîsê, me dixapînin. Niyeta wan ya aştî û aramiyê tuneye. Em ê her tim aştî û aramiyê biparêzin. Ew çi dikin bila bikin. Em şûnde gavê navêjin. Em ê her tim aştiyê biparêzin. Em ê aştiyê bînin.”   Keda jinan bi şer tune dibe   Ji Malên Gel Hatîce Polat jî destnîşan kir ku aştî ji bo jinan gelek girînge û wiha bi lêv kir: “Aştî ji bo her kesî girînge lê ji bo jinan hîn bêtir girînge. Ji ber jin li alî jiyanê li alî afrînerî û hilberandinê ne. Yên herî zêde di şer de mexdur dibin jinin. Zarokên jinan dişînin şer. Şer hilberîna jinan têk dibe. Keda jinê bi şer tune dibe. Em her tim li alî aşiyê bin.”