ROJEVA 23’YÊ HEZÎRANA 2025’AN 2025-06-23 09:00:00     * Dayika Rojîn Kabaiş Aygul Kabaiş tekez kir ku 9 meh in di mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş de ti pêşveçûn çênebûye û ew hîn jî dipirsin ka çi qewimîye û got, "Em dixwazin niha hin agahiyan bistînin, bizanin ka çi qewimîye û rihet bibin. Em 24 saetan li ser Rojînê difikirin." DÎMEN HEYE    * Seroka MKG’ê Roza Metîna diyar kir ku ji bo pêşketina rojnamegeriyê û teşwîqkirina di vê qadê de jî 1’emîn Xelatên Rojnmegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz jî girîng e û got:”Ji bo jinên rojnameger bêtir xwe azad hîs bikin û di qada rojnamegeriyê de hîn bêhtir bixebitin jî ev pêşbirk girîng e.”  DÎMEN HEYE   * Dayika Rozerîn Çukur, Fahriye Çukur ku tevli konferansa  'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet' ku ji aliyê ÎHD'ê ve hat lidarxistin bû, diyar kir ku ew dixwaze hemû gelan hembêz bikin û got: “Dema min cenazeya keça xwe girt û defin kir min aştî xwest.” BI DÎMEN    * Jinên kurd li Amedê di bin dirûşma “Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” kom bûn û bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ peyama avakirina bingeha yekitiya neteweyî dan. ÇAVDERÎ   * Gundê Melesê ya Elkê bi zextên cerdevanan re rû bi rû ye. Gundî bi nehiştina birîna daristanan li dijî wêrankirina xwezaya ku tê xwestin ji bo avakirina qereqoleke leşkerî were bikaranîn, li ber xwe didin. Şêniyên gund destnîşan kirin ku ew ê dev ji xaka xwe bernedin. BI DÎMEN    * Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurt Çaglar Demîrel, bal kişand ser 3'yemîn konferansê û peyamên ku di konferansê de derketin holê. BI DÎMEN