Li bajarên Serhedê mîhrîcanên havînê 2025-06-18 10:45:43     WAN - Li bajarên Serhedê mîhrîcanên havînê dest pê dikin û dê gelek çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.    Li herêma Serhedê dê li gelek bajaran mîhrîcan bên lidarxistin. Mîhrîcanên ku dê ji aliyê şaredariyên di rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bên lidarxistin, dê di 27’ê Hezîranê de dest pê bikin.   Li Erdîşê şahiya biharê ya Zîlanê   Li navçeya Erdîşê ya Wanê dê Şahiya Biharê ya Zîlanê bê lidarxistin. Şahî dê di 27, 28 û 29’ê Hezîranê de li Sahîl Yolûyê bê lidarxistin. Dê hemû çalakî bêpere bin. Di roja yekemîn a şahiyê de hunermend Mûrad Demîr û Xecê; di roja duyemîn de Koma Sorjiyan û Xêro Abbas; di roja sêyemîn de Rojda Şenses û Kadîr Çad dê derkevin ser dikê. Dê di şahiyê de gelek çalakiyên çand û hunerê bên lidarxistin.    Li Tatwanê mîhrîcan    Li Tetwan a Bedlîsê dê îsal 57’mîn Mîhrîcana Çand û Hunerê bê lidarxistin. Şîara mîhrîcanê wek “Em rêya aştiyê bi hunerê dihûnin” hate diyarkirin. Dê mîhrîcan di 27’ê Hezîranê de bê lidarxistin û di 12’ê Tîrmehê de bi dawî bibe. Dê çalakiyên konsert, şano, pêşangeh, gotûbêj, ahenga dengbêjan û çalakiyên jinan û ji bo zarokan bên lidarxistin.   Hunermendên ku dê konsert bidin: Sûavî, Rojda, Beser Şahîn, Mîkaîl Aslan, Sorjiyan, Hemîd Karadenîz, Pinar Aydinlar, Babetna, Seyîtxan Sevînç, Kadîr Çat, Arhat, Kasim Taşdogan, Kollektîfa rîtmên Azad, KasedJin, Xecê û Bajar.   Di mîhrîcanê de çalakiyên ji bo aştiya civakî jî tê payîn ku bên lidarxistin.   Li Gimgimê Mîhrîcana Jin û Xwezayê   Li navçeya Gimgimê ya Mûşê dê di 29-30’ê Hezîranê de bi şîara “Jina azad, bi xweza û çandê ve ber bi civaka demokratîk” Mîhrîcana Jin, Xweza û Çandê bê lidarxistin. Di mîhrîcanê de dê gelek çalakiyên bi sernavên xweza, çand, jîneolojî û ekolojîyê bên lidarxistin.   Dê konên çand, jîneolojî, ekolojî, ciwan û yê zarokan bên vekirin. Dê navên jinên ku di dîrokên cihê de jiyana xwe ji dest dane bên lêkirin. Dê pirtûkên jinên girtî bên danasîn û berhemên herêmî yên ku ji aliyê jinan ve hatiye amadekirin bê pêşandan.   Di roja yekemîn a mîhrîcanê de dê jin ji bo Ekîn Wanê ku di 10’ê Tîrmeha 2015’an di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û laşê wê hatibû teşhîrkirin û ji bo jînên hatine qetilkirin, li dar bixin. Dê xebatên agahdarkirinê der barê ekolojî û qirkirina jinan bên kirin. Dê di saetên êvarê de fîlmên li ser jinan bên nîşandan û lîstikên gelêrî bên lîstin.    Di roja duyemîn a mîhrîcanê, di dane sibê de dê meşa jinan a xwezayê pêk bê. Piştî sporê, dê kargeha jîneolojiyê bê lidarxistin. Dê alakiyên wek tûrnûva voleyvolê û performansa koma govendê ya jinan pêk bên. Di danê êvarê de dê hunermend Beşer Şahîn û Xecê konsert li dar bixin.