DEM Partiyê Cejna Qurbanê pîroz kir 2025-06-05 09:22:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi gotina, "Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê ji bo me hemûyan aştî, azadî û wekheviyê bîne" Cejna Qurbanê pîroz kir.   Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bi peyamekê Cejna Qurbane pîroz kirin.   Peyama Hevserokên DEM Partiyê bi vî rengî ye:   "Cejn ji bo parvekirina êşan, mezinkirina hêviyê û xurtkirina hevgirtin û biratiyê demên pir hêja ne.    Welatê me di serdemeke dijwar re derbas dibe. Ji ber vê yekê pêdiviya me ji her demê bêtir bi hêza aştîxwaz û vejandinê ya cejnan heye. Ev rojên taybet tînin bîra me ku jiyana bi hev re, aştiya civakî û siberojeke demokratîk mimkun e.   Em xeyala welatekî dikin ku nasname, bawerî û zimanên cuda bi awayekî azad û wekhev bi hev re bijîn.   Kurd, Tirk, Elewî, Sunnî, Ermenî û Asûrî… Em têkoşîna xwe ji bo komareke piralî û demokratîk didomînin ku hemû gelên van axan xwedî mafên wekhev bin û kes ji ber bawerî, ziman an nasnameya xwe zilm û zextê nebîne.   Bi vê bawerî û hêviyê, em Cejna Qurbanê ya 86 milyon welatiyên xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn ji bo me hemûyan aştî, azadî û wekheviyê bîne."