Dadgeha Îranê ceza li bijîşkek Kurd birî 2025-04-30 13:47:43     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji piştî serhildana ‘jin jiyan azadî’ ve zextên rejîma Îranê ya li ser jinên Kurd zêde bûye. Di vê çarçoveyê de li bijîşka Kurd a bi navê Beyan Salihyan ya xelkê bajarê Seqizê ye, 5 meh cezayê girtîgehê yan jî 150 milyon tûmen ceza lê hat birîn.   Rêxistina Mafên Mirov a Kurdpa ragihand ku bijîşka Kurd a bi navê Beyan Salihyan a xelkê bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ku yek ji binçavkiryên serhildana ‘jin jiyan azadî’ ye, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Urmiyê ve 5 meh cezayê girtîgehê yan jî 150 milyon Tûmen lê hat birîn.   Di nûçeyê de hatiye gotin ku Beyan Salihyan di Kanûna 2024’an de ji aliyê Şaxa 11’an a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê ve bi tometa ‘parvekirinên bi zanebûn ji bo têkdana raya giştî’ ceza lê hatibû birîn. Piştre di Adara îsal de Dadgeha Temyîzê cezayê wê piştrast kir.   Di sala 2022’yan de di dema xwepêşandanên serhildana ‘jin jiyan azadî’ de Beyan Salihyan li gel du pizîşkên din ên Kurd ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hatibûn binçavkirin. Piştî wê jî di Tebaxa 2023’yan de li Dadgeha Şoreşê ya Sine dosyayek din bi tometa ‘propaganda dijî dewletê’ li ser Beyan Salihyan hatibû vekirin û 8 meh cezayê girtîgehê û dayîna 20 milyon Tûmen lê hatibû birîn.   Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov a Kurdistan û Îranê, di nava 11 mehên sala 2024’an de 213 jin hatine kuştin, 130 çalakvanên jin hatine binçavkirin. Her wiha 232 jin hatine girtin û 41 jin jî hatine darvekirin.