'Konferansa li Qamişlo encama banga 27'ê Sibatê ye' 2025-04-30 09:46:35      Derya Ren   RIHA - Rojnamevan Şoxan Mîrza ku li ser Konferansa Neteweyî ya Kurd a li Qamişloyê nirxandin kir, bi bîr xist ku bi sedsalan e hewl tê dayîn ku Kurd bên tunekirin, lê di şexsê Îmraliyê de li dijî vê yekê berxwedanek mezin hatiye nîşandan û got, "Konferansa Neteweyî ya Kurd encama banga 27'ê Sibatê ye."   Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan ji Rojava, Bakur û Bakurê Kurdistanê, kesayetên ji deverên cuda yên Sûriyeyê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê di 26'ê Nîsanê de pêk hat. Di heman rojê de jî encamnameya konferansê hat parvekirin.    Rojnameger Shoxan Mirza, derbarê konferasê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.    'Konferans destkeftiyek e'   Shoxan Mîrza diyar kir ku polîtîkaya tunekirina Kurdan bi sedsalan e tê meşandin û polîtîkayên ku dewletên emperyalîst li dijî Kurdan hewl didin bimeşînin rexne kir û got: "Di şerê yekemin a cîhanê de Peymana Lozanê hat îmzekirin. Çawa di peymanê de mafê Kurdan tune hat hesibandin îro jî heman helwest heye. Bi taybetî li Kurdistanê li tevahiya Rojhilata Navîn gel bi polîtîkayên cuda tune tên hesibandin. Di rewşek wisa de pêk anîna Konferansa Neteweyî ya Kurd girîng e û destkeftiyek e. Di demên borî de gelek caran Kurd ji bo yekitiya neteweyî ketin nav hewldanan û civîn li dar xistin. Lê belê gelek caran ji hêla hêzên cuda ve ev hewldan hatin têk bikirin."    'Şoreşa Jinên Rojava'   Shoxan Mîrza dest nîşan kir ku Kurd li hemberî polîtîkayên bi wî rengî li ber xwe da û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Jin her tim ji bo avakirina yekitiya neteweyî di nav xebatan de pêşengtî kir. Di salên 1990’î de di xebatên yekitiyê de jin pêşeng bûn. Sedema pêşengtiya jinan, tenê li dijbûna şer e. Îro li Rojhilata Navîn pêşketin hene, di vir de jî rola jinên Kurd gelek e. Mînak Şoreşa Jinên Rojava ye."   'Têkoşîna her 3 parçeyan bandorê li Başûr dike'   Shoxan Mîrza, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser têkoşîna jinan a ku li Rojhilat û Kurdistanê tê dayîn: "Jin ji bo avakirina yekitiya neteweyî berpirsiyariya xwe tînin cih. Li Rojava bi pêşengtiya jinan pêşketinên mezin pêk tê û ev pêşketin ji hêla jinên Başûrî ve tê şopandin. Her wiha têkoşîna ku li her çar parçeyan tê dayîn bandorê li jinên Başûr jî dike. Lê belê siyaseta ku li Başûr tê meşandin, jinan ji siyasetê dûr dixe."    'Di yekitiyê de berxwedana Rêber Apo'   Shoxan Mirza, daxuyand ku tevlîbûna PDK'ê û partiyên siyasî yên din ên Başûr a konferansê girîng e û wiha  bi lêv kir: "Divê êdî Gelê Kurd xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Rêber Apo li zindanê li ber xwe dide. Ji bo yekitiya kurd jî berxwedanek da. Li dar xistina konferansê girîng e lê belê li hemberî gelê me xetereyên mezin jî hene. Ji bo nasandina gel a di Suriyeyê de ev konferans bû gaveke girîng e. Hemû kurd hewl didin ku biryarên ku di konferansê de hatin girtin pêk bînin.    'Gel xwedî li bangê derket'   Rojnameger Shoxan Mirza, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di 27'ê Sibatê de ji raya giştî re hatî ragihandin: "Li dijî teslîmiyetê berxwedaneke mezin pêk hat. Li darxistina konferansê encama bangewaziya Rêber Apo ye. Ev bang ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bo çareseriya hemû gelan e. Her wiha Rêber Apo di şexsê jin û ciwanan de nameyek ji tevahiya civakê re bi rê kir û bi taybetî daxwaza rêxistinbûna jinan dike. Başûr xwedî li bangê derket û di encamê de li Rojava konferans pêk hat. Çend dewlet di vê pêvajoyê de ne zelal be jî gel xwedî li bangê derdikeve."