Li dijî qetilkirinên jinan bertekên welatiyên Amedê 2025-04-25 09:09:43   AMED  - Amediyan der barê qetilkirinên jinan de axivîn û diyar kirin ku li dijî tundî û qetilkirina jinan piştevaniya jinan girîng û ferz e.   Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê jin her roj bi bûyerên nû yên qetilkirinên jinan şiyar dibin. Jin xwe ewle hîs nakin û hêrsa jinan li dijî qetilkirinan zêde dibe. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî piştgiriyê didin gumanbaran û ji ber vê jî bi rehetî tundiyê didomînin.   Jinên Amedê der barê qetilkirinên jinan de ji ajansa me re axivîn.   ‘Ez ketim navberê tundî li min jî kirin’   Selcan Baykiş: “Em li dijî tundiyê bêdeng nemînin. Em bûyerên tundiyê dibînin lê kes deng nake. Ez wek jinekê nikarim bi şev derkevim derve. Wan rojan ez çûm derve. Li jinekê tundî dihat kirin. Ez çûm ketim navberê lê tundî li min jî kir. Ez vê dibêjim, li dijî tundiyê bêdeng nemînin. Ji ber malbatê destûr nedaye zewaca wan tundî li jinê dikir. Jin jî bêdeg dima. Li dorê mirov hebûn lê kesî deng nedikir. Ez çûm ketim navberê. Piştre me bi guman re nîqaş kir. Jina mexdûr jî digiriya. Min got li polîs bigerim got ‘na negere ji min hez dike.’ Ma mirovên hez bikin tundiyê dikin ?”   ‘Divê bên cezakirin’    Selcan Baykiş wiha dirêjî dayê: “Destûra bingehîn, dadgeh li dijî tundiyê bêdeng e. Divê cezayê giran bên dayîn û carek din neyên kirin. Divê em jin dengê xwe bilind bikin. Ez ê tu carê bêdeng nemînim.”   ‘Mêr bêje çi ew dibe’   Besra Yildiz: “Civak nirxê nade jinan. Jinan davêjin plana duyemîn. Ez ji ber vê xwe ewle hîs nakim. Ev ji malbatê dest pê dike. Jin wek alav tên dîtin. Di malbatê de mêr bêjin çi ew e. Her gotina bav û biran derbasdar e. Di perwerdehiyê de jî davêjin plana duyemîn. Cezayên giran nayên dayîn. Heta ku zilm û eziyet bê ceza bimîne wê pêşketin jî tunebe.”   ‘Divê têkoşîna hevpar bê dayîn’   Bahar Yalçin: “Tundiya li ser jinê li hemû cîhanê heye. Qetilkirina jinan êdî normal tê dîtin. Dema bertek tê nîşandan wek ku tu li dijî dewletê derketiye. Divê em bibin yek û li dijî vê têbikoşin. Êvaran piştî saetekê jin nikarin derkevin derve. Divê em têkoşîna hevpar bidin. Ger têkoşîn bê dayîn em ê encamên pozîtîf jî bigirin.”    ‘Bila jin bêdeng nemînin’   Dîlek Yolagelen: “Em xwe ewle hîs nakin. Zarokek wisa hêsan nayê mezinkirin. Divê jin li dijî zextan bêdeng nemînin. Divê tedbîr bê girtin.  Divê jin li dijî zexta civakê tedbîrên xwe bigirin. Divê em çareseriyê pêk bînin û tedbîra xwe bigirin.”   ‘Ez xwe ewle hîs nakim’   Pinar Çîgdem Tepe: “Em jin bi awayekî azad nikarin derkevin derve û em xwedî lihev dernakevin. Divê em jin bibin hêz û xwedî li hev derkevin. Divê em di piştevaniyê de bin. Ez wek jinekê xwe ewle hîs nakim.”   Gulşah Suncay: “Mixabin rewş nebaş e. Dema em tînin ziman dibêjin femînîst in. Em ji vê rewşê ne rehet in. Hevjînê min jî nerehet e. Ji ber zarokek me ya keç heye û em pêşerojê ronî nabînin. Em xwe ewle hîs nakin. Divê em pêşî li vê bigirin. Li gorî min em xwedî hêza ku dikarin pêşî li vê bigirine.”   Zuhal Kiliç: “Keçên me ditirsin, bi şev newêrin derkevin derve. Em zextan li keçên xwe dikin ku zû bên malê. Em ji vê rewşê ne kêfxweş in. Ewlehî nemaye. Jin ne malê kesî ne. Bila zextan li jinan nekin. Jin pêşeroj in. Bila ev zext bidawî bin.”