‘Dest ji polîtîkayên xespkirina mafê jinan berdin’ 2025-04-22 18:38:28   AMED - DAKAP  û Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê der barê hedefgirtina bgedena jinê de daxuyaniyek da û got: “Normalbûn, anormalbûna welidînê tuneye. Dest ji polîtîkayên xespkirina mafê jinan berdin.”   Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê li dijî qedexekirina welidîna bi sezeryanê ya li navendên tîpa taybet a  û hedef girtina bedena jinê de li şaxa SES a Amedê daxuyaniyek dan.    Îlknur Arik di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku li xespkirina mafê jinan her roj polîtîkayek nû zêde dibe û  got bedena jinê bûye alava polîtîkayên nivûs û welidînê. Îlknur Ayik got polîtîkayên dijminê jinê tên afirandin û  nasnameya jinan tune tê hesibandin.   Li dijî beden û tercîhên jinan êrîş   Îlknur Ayik  daxuyakirin normalbûn, anormalbûna welidînê tuneye û got gotina ‘teşwîqkirina welidîna vajînal’, êrîşek li hember beden û tercîha jinane. Îlknur Ayik daxuyakirin ku divê demildest dest ji polîtîkayên xespkirina mafê jinan bê berdan û got: “Em van zextên li ser jiyan, bedena jinê qebûl nakin û em têkşîna azadiya jinê bilind bikin.” Sreoka komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen jî daxuyakirin ku desthilatdarî bi van polîtîkayan bi salane jinan hepsê malê dike û got ev pêkanîna dawî jî polîtîkayeke ku gihiştiye mudaxalekirina bedena jinê.