'Pirsgirêka kurd çareser bibe wê hemû pirsgirêk çareser bibin' 2025-04-22 09:06:41     ENQERE - Yuksel Mutlu derbarê banga sedsalê de axivî û got: “Ev bang li gorî sekn û îdeolojiya serdemê ye. Hemû civak, bawerî divê xwedî lê derketin û piştgiriyê bidinê. Butçeya şer ji bêrîka gel derdikeve. Hemû kes mexdurî vî şerî ne.”   Banga "Aştî û civaka demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê deng da û serdanên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) da destpêkirin, rêxistinên jinan, gelan û nasnameyan tîne gel hev.    Ji komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê Yuksek Mutlu derbarê hevdîtinan de û helwesta deshtilatdariyê de axivî.   ‘Gelek muxatabên bangê hene’   Yuksel Mutlu der barê hevdîtinên seranserê pêvajoyê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hatine kirin nirxand û got: “Gelek muxatabên vê bangê hene. Yek ji van muxataban DEM partî û baskên wê ne. Me li 100 navendî û bi 50 hezar mirovî re civînên gel pêk anîn. Yên hatin civînan ne rêxistinên saziyên civaka sivîl bû. Me her kes vexwendî kir û rêze civîn pêk anîn. Ev civîn girîng bûn. Îhtîmala ku hinek aliyan ev bang dezeformasyonî bikira hebû. Lê me pêşiya vê girt. Nêrîn û rexneyên gel girîng bûn. Hevdîtinên me didomin. Wê pêvajoya pêş de jî bidome. Banga Birêz Ocalan ne tenê ji bo DEM partî an jî AKP-MHP’ê bû. Ji bo hemû gelan, bawerî û civak bûn. Mutaxabê bangê gelekin.”   ‘Jin di pêvajoyê de tunebin îhtîmala aştiyê tuneye’   Yuksel Mutlu balkişand ser şîroveyên gel yên derbarê pêvajoyê de û ev tişt bi lêv kir: “Meclîsa jinan bi komîsyonên jinan yên partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Li cîhanê mînakên vê zêde ne, biryara şer û aştiyê mêr didin. Nîvê civakê jinin. Em dibêjin ku jin di avakirina civaka aştî û demokratîk de tunebin îhtîmala aştiyê tuneye. Ji ber vê me meclîsa jinan hevdîtinên xwe. Me bi rojnamegeran re kir. Hevdîtinême didomin. Komîsyona STK’ê hevdîtinên xwe didomînin. Em wek Komîsyoan Bawerî û gelan jî bi meclîsa jinan re hevdîtinên xwe dikin û me li Meletî û Dêrsîmê bi jinên elewî re kir.”   ‘Me carek din hewcedariya bi aştiyê dît’   Yuksel Mutlu wiha dirêjî dayê: “Dîroka Tirkiyeyê de gelek komkujiyên elewiyan jiyane. Me di van civînên xwe de dît ku jinên elewî çiqas aştiyê dixwazin. Me ev daxwaz dît. Ligel vê gumanbarên wan jî hebûn. Digotin ‘Em bifikarin, gelo wê hikûmet pirsgirêkê çareser bike an na. Em ji dil çareseriyê dixwazin’. Pirsgirêka newekhewiya welatîbûnê heye. Ev bi salane didome. Li vî welatî her kes wekheviyê dixwaze. Ji ber vê jî çareserî tê xwestin. Me di van civînan de carek din hewcedariya bi aştiyê dît.”   ‘Zayendperestî û şer tundiya li ser jinan...'    Yuksel Mutlu der barê xebatên ji vir şûnde wê çawa bê meşandin de jî ev nirxandin kir: “Em ê demek nêz de li Artvînê hevdîtinê pêk bînin. Em ê bi Çerkez, Laz û Ruman re bên gel hev. Em ê pêşniyar û nêrînên wan bigirin. Em ê li Qersê hevdîtinê bikin. Em ê dewlemendî û cudahiyan bînin ziman. Dema jin xwedî li aşiyê derkevin wê aştiya rast pêk bê. Zayendperestî û şer tundiya li ser jinan derxistiye asta herî jor.Polîtîkayên qeyûm didomin. Di civînan de hat gotin ku bi pêkanînên dijdemokratîk aştî ne pêkan e. Em li pratîka hikûmetê dinêrin ka dikare pirsgirêkan çareser bike an na. Ji ber vê em têkoşîna xwe didomînin.”   ‘Divê jin zêdetir xwedî li pêvajoyê derkevin’   Yuksel Mutlu balkişand ser xwedî derketina li banga sedsalê û got: “Nîvê civakê jin in û aliyê herî mexdûr ên civakê ne. Mexdûrên tundiya mêr û dewletê ne. Ji ber fikrên xwe zirarê didbînin. Ji ber vê jî divê herî zêde jin xwedî li vê bangê derkevin. Divê jinên Elewî zêdetir xwedî lê derkevin ji ber ku ji ber bawerî û koka etnîk nayên qebûlkirin. Gelek girîng e ku rêxistinên jinan bibin hevkarê pêvajoyê û kirdeya pêvajoyê. Jin xwedî hêza ku dikarin têkoşînê bimeşînin e.”   ‘Divê hikûmeta gava bavêje’   Yuksel Mutlu di dawiya axaftina xwe de agirbesta ku PKK’ê îlan kiriye û her wiha êrişên ku hîna ji aliyê Tirkiyeyê ve didomin jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Divê beriya her tiştî hikûmet gavên ku baweriyê dide civakê bavêje. Ev êriş nayên qebûlkirin. Divê dewlet van gavan bavêje ku kurd, elewî û hemû bindestên li Tirkiyeyê van encaman bibînin. Ev bang li gorî sekn û îdeolojiya serdemê ye. Hemû civak, bawerî divê xwedî lê derketin û piştgiriyê bidinê. Butçeya şer ji bêrîka ge derdikeve. Hemû kes mexdurî vî şerî ne. Divê şert û mercên xebata Birêz Ocalan pêk bên. Divê di destura bingehîn de guhertin bên kirin û ev hewldan wê hesta niyeta baş jî biafirîne.”