Li Iraqê pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin 2025-04-20 14:40:18        NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku beşdarî panela Foruma Jinên Iraqê bûn pirsgirêk û zehmetiyên di pîşeyên xwe de dibînin vegotin. Jinan diyar kirin ku ji ber feraseta mêr pirsgirêkan dijîn û bal kişandin ser girîngiya hevgirtina jinan di qada huner û çapemeniyê de.   Foruma Jinên Iraqê duh panelek hevbeş bi beşa jinan re di bin navê "Jin di ragihandin û medyaya civakî de: Zehmetiyên pîşeyî û hêza wêne" li dar xist. Pisporên ragihandinê, hunermend û rewşenbîr beşdarî panelê bûn. Di çalakiyê de pirsgirêkên girîng ên ku jin di warê çapemenî û hunerê de dikşînin her wiha riyên çareseriyê gotûbêj kirin.   'Di xwegihandina rastiyan de jin bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin'   Rojnamevan Sewsen El-Zbêdî ku di warê ragihandina azad û karûbarên jinan de pispor e ji NÛJINHA'yê re qala pirsgirêkên ku jin dibînin kir û got: "Jinên rojnamevan ji bo xwegihandina rastiyê bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Bi taybetî di warê rojnamegeriya lêpirsînê de. Di heman demê de ew nikarin bi rehetî agahiyên rast ragihînin ji ber ku alavên pêwîst nayên peydakirin. Ji ber vê jin di warê ragihandin û çapemeniyê de gelek diwestin û lêkolîn dikin ji bo ku bigihîjin rastiyê. Ji forum û rêxistinên ku bi rojnamegerî û medyayê re eleqedar in piştgirî ji rojnamevanên jin re heye. Em hêvî dikin piştevanî û destek ji jinên rojnamevan re zêdetir bibin."   'Pirsgirêkên jinan ji ber serdestiya mêr didomin'   Rojnamevan Sewsen El-Cezrawî ya ku 35 sal in di qada ragihandinê de dixebite, dibêje ku pirsgirêkên jinan ji ber serdestiya mêr didomin. Sewsen El-Cezrawî wiha got: "Mafên jinan ji aliyê mêr ve tên dayîn ev jî dihêle ku zehmetiyên wan dijwartir bibin. Em mafên ku ji aliyê mêran ve tên dayîn red dikin û divê rola jinan jî bê aktîfkirin. Jin dikarin nirxandina xwe bikin hewcedariya wan bi kesek din nîn e. Gelek jinên navdar hene ku rola xwe di warê çapemenî, huner û helbestan de îsbat kirine. Azadî, bi wateyeke şaş di nava civakê de hatiye rûniştin û ev jî pirsgirêkan bi xwe re ava dike."   'Jin bi bûyerên zordariyê re rûbirû dimînin'   Afirînera naverokan Şêrîn El-Caf pirsgirêkên ku di pîşeyên xwe de dibînin wiha anî ziman: "Pirsgirêkên ku em weke afirînerên naverokê li ser medyaya dîjîtal bi wan re rûbirû ne, diyardeyên zordariyê ne. Nêrîn û agahiyên ku jin dixwazin di nava civakê de belav bikin rastî biçûkxistinê tên. Adetên civakê gelek caran jinan di çarçoveya malê de sînordar dikin û nahêlin cihê xwe di warê aborî, siyasî, civakî û çapemeniyê de bigrin û xwedî li hebûna xwe derkevin."   'Hevgirtina lîstikvanên jin gaveke girîng e'   Lîstikvana sînema û şanoyê, Fatimê Ebû Harûn behsa zehmetiyên ku jin di warê çapemenî û hunerê de dikşînin kir û wiha axivî: "Jinên Iraqê bi taybetî di warê huner û çapemeniyê de bi zehmetiyên dijwar re rûbirû ne. Ew rastî zordarî û biçûkxistinê tên. Ev jî dibe bend li pêşiya wan nikarin pirsgirêkên jinan ên weke destavêtinê eşkere bikin. Qêrîn û dengê jinên gundan nayê bihîstin. Hevgirtina di navbera lîstkkvanan de gelek girîng e."