Bersiva ciwanan: Em ê xwe birêxistin bikin 2025-04-07 09:16:30   Elfazî Toral   STENBOL - Ciwanên DEM Partiyê diyar kirin ku meşa Amara ji aliyê gel ve bi coşeke mezin hat hembêzkirin û wiha gotin: "Em ê peyama birêz Abdullah Ocalan a ji ciwanan re şandiye bi cih bînin. Em ê xwe bi rêxistin bikin. Em ê tevahiya nexşerêya têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de bidomînin."   Bi boneya 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 1’ê Nîsanê dest bi meşa ber bi Amarayê kir û bi hezaran kes ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarî meşê bûn. Ciwanan ewil di 1’ê Nîsanê de ji Amedê ber bi gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê  ve dest bi meşê kirin. Piştî meşa 4 rojan ciwan bi posterê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihiştin mala wî û bi coşeke mezin pîroz kirin.    Di roja 3’yemîn a meşê de Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ciwanan re parve kir. Meşa ku ji aliyê ciwanan ve bi dirûşma "Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" li Amarayê di 4'ê Nîsanê de bi dawî bû, welatiyan di rê de bê navber dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo", "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.   Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Şirvan Sakallı û Jiyan Aybar derbarê meşê de peyamê de ji ajansa me re axivîn.    Ber bi Amarayê ve...   Şîrvan Sakalli ku yek ji meşvanên Amarayê ye, bi gotina "Armanca me ya dema meşa Amarayê hem pîrozkirina rojbûna Rêberê me û hem jî ji bo ku ev têkoşîn bibe destpêkek nû" dest bi axaftina xwe kir û got ku welatiyan di tevahiya meşa Amarayê de eleqeyeke mezin nîşanî meşê dan. Şîrvan Sakalli diyar kir ku di meşê de li gel hemû zextên cendirme û polîsan jî li ber xwe dane û paşve gav neavêtine û wiha got: "Tevgereke polîsan jî hebûn, lê me bi tu awayî destûr neda. Me bi berxwedanê rêya xwe berdewam kir. Dema ku em derbasî axa Rihayê bûn, bi hest û hewayeke xweş re em rûbirû man. Dema ku em derbasî Sîweregê bûn, me li wir civîneke gel li dar xist, gelê me pêşwaziya me kir. Piştre me rêya xwe ber bi Hîlwanê ve berdewam kir. Gel bi moral û heyecaneke mezin em pêşwazî kirin. Meşa me ji Hîlwanê heta Xalfetiyê dewam kir. Gelê Kurd em gelekî bi xurtî hembêz kirin. Li her qadê kêliyên şahiyê hebûn."   'Em ê bi ciwan bi ser kevin'   Şirvan Sakalli, wiha bal kişand ser berxwedana li hemberî tundiya polîsan: "Bi pêşengiya jinan me li dijî tundiya polîsan dest bi berxwedanê kir. Tevî hemû êriş û zextan me deriyê Halfetiyê vekir. Em ber bi Amarayê ve çûn. Em gihaştin ser axa ku birêz Abdullah Ocalan lê ji dayik bû, hestek pir xweş bû."   Şîrvan Sakalli bal kişand ser peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ciwanan re şand û wiha axivî: "Em ê li gorî peyama ku birêz Abdullah Ocalan ji ciwanan re şand, xwe bi rêxistin bikin. Piştî peyama Abdullah Ocalan wê nexşerêya me xurtir bibe. Peyama me pir zelal e: birêxistinkirin û xwe bi  rêxistinkirin. Em ê di vî warî de xebatên xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku hevdîtinên bi Rêbertî re wê di vê pêvajoyê de jî bidomin. Dê bername û çalakiyên ji aliyê Meclîsên Ciwanan a DEM Partiyê ve bên amadekirin. Em ê vê têkoşînê bi gel re bi hev re bi rêxistin bikin û em ê bi ser bikevin. Ji niha û pê ve em dibêjin aştî. Ev têkoşîna ku dayikên me yên aştiyê li ser navê aştiyê didin meşandin, bi salan e didome. Ev têkoşîn wê li hemberî zextên polîs û dewletê serî natewîne. Em ê hê jî bibêjin aştî û têkoşînê bidomînin. Ciwan wê bi ser bikevin, me ciwan dest pê kir, ciwan wê bi ser bikevin."   Li Amarayê pîrozkirina rojbûnê   Jiyan Aybar diyar kir ku wan bi berxwedaneke mezin dawî li meşê anîn. Jiyan Aybar banga "Civaka Aştî û Demokratîk" a ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye kirin bi bîr xist û diyar kir ku ew vê bangê hembêz dikin û li ser vê bingehê ew ê têkoşîna xwe mezin bikin. Jiyan Aybar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Me ev bangawazî hembêz kir û ji Amedê heta Amarayê meşiyan. Em rastî gelek astengiyan hatin. Dema me kelecana dayikan û gelê Kurd li her bajarê ku em diçûn dît, em zêdetir kelecan û berxwedêr bûn. Armanca me ew bû ku em rojbûna Rêber Ocalan pîroz bikin. Li Amarayê rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin. Ev kêliyek pir hestiyar bû. Me ev bang kir, ji niha û pê ve berpirsyariyeke mezin li benda ciwanan û jinan e."   'Ji bo azadiyê divê em bi hev re têbikoşin'   Jiyan Aybarê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan çi pêwîst be em ê bikin. Em dixwazin zext, tundî û qedexeyên li ser gelê Kurd bên rakirin. Bi hezaran hevalên me yên ciwan di girtîgehê de ne. Em ê ji bo azadiya hevalên xwe jî têbikoşin. Em dixwazin hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehê azad bibin. Banga me ji hemû jinên ciwan re bi têkoşînê bilind bikin û bi hev re bimeşin. Bi me re divê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan têbikoşin."