Dirûşma Newroza 2025'an diyar bû 2025-03-10 10:43:34     AMED - Newroza îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin.   Newroza îsal wê herî kêm li 89 navendan were pîrozkirin. Wê starta pîrozbahiyên Newroza îsal di 11ê Adarê de bi deklarasyona li Amed û Stenbolê were eşkerekirin, bê dayîn. Piştre di 12'yê Adarê de dê agirê pêşî yê Newroza îsal li navçeya Licê ya Amedê bê pêxistin.   Dirûşma pîrozbahiya Newroza îsal jî diyar bû. Komîteya Amadekar a Newrozê dirûşma Newroza îsal wek “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” ragihand û diyar kir. Bi vê dirûşmê balê dikişînin ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd a Abdullah Ocalan ku 27'ê Sibatê hat eşkerekirin.   Pîrozbahiyên Newrozê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) tên lidarxistin.