Sebahat Tuncel: Em vê carê zêdetir nêzî aştiyê ne 2025-03-10 09:06:36   Melek Avci   ENQERE - Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel der barê banga Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got: “Dayina bersiva vê banga dîrokî, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê berpirsyarî ye. Em vê carê zêdetir nêzî aştiyê ne. Derfet hene. Divê em van derfetan veguherin rastiyê. Ji ber vê berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan.”    ‘Banga Sedsalê’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hat deklerekirin, di alî siyaseta Tirikyeyê û pirsgirêka Kurd de wek konaxek krîtîk hat nirxandin. Ne tenê li Tirkiyeyê li qada navneteweyî jî bang hatin şopandin û wek mifteya çareseriyê hat nirxandin.   Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel der barê bangê de ji ajansa me re axivî.   ‘Ev gaveke ji ber pêwistiyê derketiye holê ye’   Sebahat Tuncel balkişand ser banga serokê giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û wiha got: “Devlet Bahçelî dibîne ku sîyaseta ku dewletê di derbarê pirsgirêka kurd de di nava dewletê de dimeşîne, Tirkiye gihandiye asteke krîzê, nokteya nerêveberiyê û bi geşedanên li Rojhilata Navîn re, pêwîstî bi tifaqeke din a Kurd û Tirkan heye. Rêya derketina ji krîza siyasî û aborî ya niha ya li Tirkiyeyê bi tifaqeke nû ya Kurd-Tirk û siyaseta demokratîk e. Ev pir zelaltir tê dîtin. Pêngavek ku ji ber pêwîstiyê derketiye holê. Lê piştre Devlet Bahçelî ev gav pêş xist. Û anî ziman ku di şexsê birêz Ocalan de bila were di koma DEM'ê de biaxive û ji mafê xwe yê hêviyê sûd werbigire. Mafê hêviyê mafek e ku hem parêzerên birêz Ocalan û hem jî me ev demeke dirêj e xwest bikeve rojevê.”   'Ji bo civak bi pêvajoyê bawer be divê gav bên avêtin'   Sebahat Tuncel balkişand ser banga di 27’ê Sibatê de hatiye kirin û wiha anî ziman: “Di 27’ê Sibatê de banga ku hemû raya giştî ya cîhanê li benda wê bû hat. Di vî warî de gava ku ev yek ji aliyê siyasî ve bête analîzkirin, rêya derketina ji krîza siyasî û aborî ya niha ya li Tirkiyeyê bi tifaqeke nû ya Kurd-Tirk û siyaseta demokratîk e. Ev pir zelaltir tê dîtin. Hemû pêkhateyên tevgera siyasî ya Kurd bi helwesta xwe bersiv dan banga birêz Ocalan. Ji niha û pê ve helbet civak meraq dike û li bendê ye ku dewlet wê çawa bersivê bide vê bangê. Ji bo civak bi vê pêvajoyê bawer bike divê hinek gav bên avêtin.”   ‘Divê azadiya Birêz Ocalan pêk were’   Sebahat Tuncel der barê mijara ku PKK’ê ji bo kongreyê berhev bike got bila Abdullah Ocalan jî bi fîzîkî li wir be de, ev nirxandin kir: “ Abdullah Ocalan bang kir û got bila PKK xwe fesh bike. PKK’ê bersiv da vê. Agirbest îlan kir. Got wê kongreyê kom bike lê gotin Birêz Ocalan wê kom bike û divê di vê mijarê de gav bên avêtin. Li gorî min ev mijarek girîng e. Ger dewlet bi rastî jî dixwaze pirsgirêka kurd ji zemîna şer û pevçûnan derxîne, divê ji bo vê yekê derfetan biafirîne. Divê birêz Ocalan ji bo lidarxistina kongreyê tiştekî bike û rola xwe ya di bidawîkirina vê pêvajoyê de bi tevahî pêk bîne, lê ne bi vê yekê re sînordar e. Divê azadiya birêz Ocalan pêk were.”   ‘Çareseriya pisgirêkê di metna bangê de ye’   Sebahat Tuncel axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pirsgirêk wê kengê bê çareserkirin. Dema ziman, nasname, çanda Kurdan bikeve bin ewlehiyê û bê nasîn. Dema gelê Kurd bê nasîn. Niha nasnameya Kurd nayê nasîn. Daxwaza ziman tune tê hesibandin. Nasname nayê naskirin. Divê ev di pergaleke demokrtîk de pêk bên. Birêz Ocalan balê dikşîne ser komara demokrtîk. Çareseriya pirsgirêkê di bangê de ye.”   ‘Di berpirsyariya dewletê de ye’   Sebahat Tuncel balkişand ser berpirsyariya dewletê ya di vir de û wiha anî ziman: “Ev di bin berpirsyariya dewletê de ye. MHP bixwaze bibe parçeyeke aştiyê, CHP bixwaze bibe kirdeya aştiyê, xwedî berpiryariyê ne ku civaka Tirkiyeyê îqna bikin. Bêguman divê em hemû bepirsyariyên xwe bînin cih. Bêguman pêvajoyên aştiyê zehmet derbas dibin. Em behsa mijareke sedsalî dikin. Ji bo çareseriyê ji salên 90’î heta îro hewldan hebûn. Ya ewil hewldana Turgut Ozal û bedel bi jiyana xwe da. Her wiha hewldanên din çêbûn. Lê her tim ên bûn asteng hebûn.”   ‘Siyaseta înkarê xistin bin ewlehiya qanûnî’   Sebahat Tuncel di vê mijarê de axaftina xwe wiha domand: “Qanûna 1924'an kurdan înkar dike. Plana Şark Islahatê ya 1925’an vekirî nîqaş dike lê wê demê veşartî xistin dewrê. Di 2014’an de plana têkbirinê bi veşartî xistin dewrê. Siyaseta înkarê xistin bin ewlehiya qanûnî. Ev pirsgirêk e. Mijara esas di wir de ye. Jixwe ji ber ku înkarkirina kurdan veguheriye madeyeke destûrî, krîz e. Ger ku ev ji holê ranebe rê li ber demokratîkbûn û azadiyan nayê vekirin. Helbet di vî warî de garantiya qanûnî û destûrî pêwîst e. Rastiya dewleta netewe jî li gorî qanûnan tevdigere, mekanîzmaya wê heye. Her wiha qanûnên li Tirkiyeyê bi awayekî neyînî tên şîrovekirin. Min qet nedîtiye ku ew bi erênî were şîrove kirin. Dema ku bahse kurdan tê kirin, pir neyînî tê şîrovekirin. Hin tişt ji şîrovekirinê re vekirî ne. Di vî warî de ev pirsgirêk in û bi rastî jî divê ev pirs bê çareserkirin. Di vî warî de israra CHP'ê ya ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li parlamentoyê girîng e. Daxwazeke ku birêz Ocalan bi xwe jî di peyama ku ji komcivîna yekemîn re şandibû de cih girtibû: Avakirina komîsyonek li Meclîsê di vê mijarê de bi berpirsyarî rabe. Meclîs qanûnê derdixe.”   ‘Divê em derfetan veguherin rastiyê’   Sebahat Tuncel axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku mexdûrên herî mezin ên şer û pevçûnan jin in, rewş ji bo jinan girîngtir e. Ji ber ku diyardeya serdestiya mêr li wir heye ev ji bo zarokan pirsgirêkek pir kûrtir e. Jixwe, şer tiştek e ku mêraniyê pîroz dike. Ji ber vê yekê weke jin li dijî şer bûyîn esasek bingehîn e. Di vî warî de jin di têkoşîna aştiyê de bi awayekî aktîftir û bi bandor cih digirin. Dibe ku di vê pêvajoyê de di warê serkeftina wê de jin vî dîwarê ku dewletê di navbera mirovan de ava kiriye hilweşînin. Ji ber ku mirov ji hev dûr ketine. Ger hûn bala xwe bidinê, hûn dikarin vê pirsê bipirsin ka dê kî bike mijarên ku em ji sibê ve qala wan dikin. Ji bo vê jî rêxistinbûn lazim e. Ji bo jin xwe bi rêxistin bikin. Girîng e ev pêvajo bi tendirustî pêş bikeve û daxwazên civakî yên jinan bigihêjin desthilatdariyê an jî di meclîs û qanûnan de veguherînek çêbike. Vê carê em zêdetir nêzî aştiyê ne. Îhtîmalek heye, lê berpirsiyariya me hemûyan heye ku em vê derfetê pêk bînin.”