Li Silêmaniyê şahiya 8’ê Adarê 2025-03-09 08:48:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê, bi pêşengiya Kongreya Star û Kampanyaya Piştgiriya Jinan ya ji bo Rojavayê Kurdistanê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin.   Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de duh bi şev li hola Tewar a Silêmaniyê, bi pêşengiya Kongreya Star û Kampanyaya Piştgiriya Jinan a ji bo Rojavayê Kurdistanê, şahiyek pîrozbahiyê hate lidarxistin.   Beriya ku şahî destpê bike, deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyan hate sekinîn û piştre şahî destpê kir. Di şahiyê de stran hatin pêşkêşkirin û 8’ê Adarê li jinan hate pîrozkirin.   Di şahiyê de peyama taybet a Abdullah Ocalan a bi boneya 8’ê Adarê ji aliyê Çiro Şiwanî ve hate xwendin.   Di dawiyê de jî bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn û li ber stranan govend hate gerandin.