Ji xwendekarên Zanîngeha Kobanê pîrozvahiya 8’ê Adarê 2025-03-06 19:11:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan û Zanîngeha Kobanê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê şahî li dar xistin.   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ,Yekitiya Jinên Ciwan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê şahiyek li dar xist. Di heman demê de li avahiya nû ya Zanîngeha Kobanê bi sedan xwendekaran 8 Adarê bi cil û bergên Kurdî pîroz kir.    Koordînasyona Jinan a Kantona Firatê jî ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Dîcle û gul danîn ser goran.Li pakrewangehê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl axivî û diyar kir ku ew bi saya şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan li vir in û got: "Her şehîdek bi xwe wate û jiyaneke nû ye. Em bi saya şehîdên xwe li vir in û em bi saya Rêberê xwe jî her rojê xwe îsbat dikin."   Zanîngeha Kobanê   Şahiya Zanîngeha Kobanê jî ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a Sûriyeyê ve hat lidarxistin. Xwendekara Zanîngehê Firyaz Remo axivî û diyar kir ku ew bi saya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi azadî cejnên xwe pîroz dikin û got: "Bi boneya 8’ê Adarê roja jinê li hemberî desthilatdariyê rabû û jê re îsbat kir ku êdî wê ew ê nekevin xefka desthilatdariyê. Îro jî em dibînin ku jinên Kurd û jinên cîhanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin. Şervanên YPJ'ê di nava çeperên şer de li ber xwe didin. Îro jî em li vir bi pênûsa xwe xeta xwe ya têkoşînê bilind dikin û azadiyê bighînin lûtkeyê."   Piştre şahiya li zanîngehê bi helbest, komên dîlanê, stran, govend û berzkirina dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.   Şahiya yekitiya jinên ciwan   Ji aliyê Jinên Ciwan a Kantona Firatê jî şahiyek hat organîzekirin. Şahî li Navenda Çand û Hunerê y Baqî Xidoyê hat organîzekirin. Di şahiyê de tabloyên kesên jiyana xwe ji dest dane, alavên folklorîk ên kevn û nameya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.   Endama Kongra Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl axivî û got: "Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em gihiştin vê astê. Em 8'ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan û hemû jinan pîroz dikin û em ê bihêlin ku 8’ê Adarê bibe wesîleya azadiya fîzîkî a Rêber Apo."   Şahî bi berzkirina dirûşmeyan û gerandina govendê bi dawî bû.