Çalakvanên Bendava Tişrînê: Ji bo Rojava serî hildin 2025-03-06 15:02:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşma "Ji bo Rojava serî hildin" gelê kantona Cizîrê li Bendava Tişrînê çalakiyek li dar xist. Çalakgeran diyar kir ku berxwedan mafekî rewa ye û dê heya rawestandina êrişan li ber xwe bidin.   Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiya nobetê li bendavê dar xistine.   Çalakî bi koma xelkê ji Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa dewam dike.   Nobedarên bendavê pankarta "PISE UP 4 ROJAVA" an ku "Ji bo Rojava serî hildin vekirin".   Çalakgeran diyar kir ku berxwedan mafekî rewa ye û dê heya rawestandina êrişan li ber xwe bidin.