Pênûsa jinên şehîd, bûye çavkanî û hêza azadiyê 2025-03-06 09:54:11       NAVENDA NÛÇEYAN - Îro têkoşîna jinê gihiştiyê astek wisan ku êdî bêyî azadiya jinê, tiştek ne gengaze. Jinên wek Gurbetellî heta Nagihan Akarsel, Denîz Firat, Nujiyan Erhan, Gulistan Tara û Hêro Behadîn bûn pêşengên jinên têkoşîna çapemeniya azad.   Rojnewsê ber bi 8'ê Adarê ve cih da jinên Rojnameger ku li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin.   Di dîroka Gelê Kurd de, di nava berxwedan, serhildanê de jinan hertim pêşengtî kiriye, jinên pêşeng ên Kurd ji roja ewil heta îro bûne sembola têkoşînê. Hîmê roja yekem îro ber bi azadiyê diçe, Kurdistan bûye navenda têkoşîna azadiyê ji bo jinên cîhanê.   Roja 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, tevî 8’ê Adarê di asta navnetewî de di salên 1970’î de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800’î tê   Pîrozkirina 8 Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan di sala 1972’an de bi rêxistineke mezin ya bi navê “Tevgera Adarê” ya li Sidneyê hate kirin, destpê kir. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbera salên 1975-1985’an weke “Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî” îlan kir, di 16 kanûna 1977’an de jî 8 Adarê weke “Roja Cîhanî ya Jinan” îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyîne 8 Adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kirin.   Di dîroka hezar salan a gelê Kurd a bi giranî berxwedane, jinên Kurd ên ji serdeman vê pêşengtiyê ji gel re kirine hene. Gelek ji wan bûne xet û sonda serketinê ya ji bo azadiyê. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, hinek jinên pêşeng ên ku ji bo azadiya jinê û civakê, pêşengtî ji gel re kirine, vebêjin.   Deniz Firat: Rojnamevan Denîz Firat ku têkoşîna wê ji zarokatiyê ve ji Bakurê Kurdistanê destpê dike, heta Rojhilat dewam dike û li Başûr jî derdikeve asta herî jor. Ji bo ronîkirina heqîqetê, bi pênûs û kamereya xwe dest bi rêwîtiya azadiyê dike. Piştî têkoşîna salan, di oxira gihandina heqîqetê de tevlî karwanê nemiran dibe.   Denîz Firat salên dûr û dirêj ji bo têkoşîna jinên Kurd û gelê Kurd têkoşiya û di sala 2007’an de cihê xwe di nava xebatên çapemeniyê yên jinan de girt. Denîz Firat di kovara Xwedawend Zîlan, Radyoya Dengê Welat û gelek ajans û TV’yan de xebitî. Rojnamevan Denîz Firat ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 6’ê Tebaxa 2014’an a li dijî Mexmûr’ê dişopand, di 8’ê Tebaxa 2014’an de şehîd bû.   Nûjiyan Erhan: Tuba Akyilmaz (Nujiyan Erhan) li Hîlwan a Rihayê hatiye dinê. Ji bo rawestandina şer û badawîbûna mirina ciwanan, çalakiya mertalên zindî ya li Bakûrê Kurdistanê hat lidarxistin, Erhan jî tevlî bibû. Ji bo bal kişandina ser vê çalakiyê li gel komek ciwan di 2005’ê de derbasî Qendîlê bûn. Erhan ku cara yekem hat çiyayên Kurdistanê, ji ber dewleta Tirk tu bersiv neda çalakiya wan, ew ma li çiyayên Kurdistanê û biryara mayîna dinava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de da. Rojnamevan Nûjiyan Erhan ji bo ku zilma li ser gelê Kurd nîşanî cîhanê bide, dest bi xebatên xwe yên çapemeniyê kir û li Başûrê Kurdistanê, Qendîl û Şengalê xebatên çapemeniyê meşandin. Nujiyan di nava tevgera azadiyê de 12 salan bê navber kar û xebatên çapemeniyê meşand.   Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişê ser Şengalê kirin, Nujiyan Erhan ji bo hovitiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser gelê Şengalê û êşa civaka Êzidî bigihîne cihanê, derbasê Şengalê bû.   Nûjiyan Erhan 3’yê Adara 2017’an dema ku li bajarokê Xanesorê yê Şengalê nûçe dişopandin, ji hêla hêzên PDK’ê ve hatibû hedefgirtin û ji serê xwe gule xwaribû û bi giranî birîndar bû. 22’yê Adarê li Nexweşxaneya Hesekê şehîd bû.   Nagîhan Akarsel: Lêkolîner, arşîvan û rojnamevan Nagîhan Akarsel ew jina ku prensîbên azadiya jinê di fikir û jiyana xwe de pêkanîbû û heta şehîd bû, dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” kiribû bingeha têkoşîna li dijî hişmendiya zilamsalarî û pêkanîna cewherê jina azad daku bike bingeha avakirina civakek azad. Nagîhan Akarsel bi nasnav Heval Zîlan, di sala 1976’an de li gundê Xêlîkan a ser bi bajaroka Gulyazî ya girêdayî bajarê Konyayê hatiye dinê. Tevayî jiyana xwe bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo têkoşîn û xebata jinê veqetand. Ji ber çand û baweriya ku li gundê wan hebû, pîroz dîtina rojê, agir û genim ya ku di baweriya Elewî û Êzidiyan de heye, bibû sedem ku gelek ji devera Dêrsim û Şengalê hezbike. Sîstema jiyana bajar û dîmenê sermayedariyê hestên bêzarî û tenêtiyê li cem Nagîhan çêdike. Ji bona wê hewil dide cihek aram û hestkirina hevrejiyanê bibîne. Wê jiyana ku dixwest bibîne, li nava Yekitiya Ciwanên Kurdistanê de dibîne.   Nagîhan Akarsel tevayî jiyana xwe ji bo lêgerîna li pey nûbûn û pêşketinê veqetand. Diçû kuderê hest, enerjî û baweriya xwe li wê derê belav dikir. Di hemû kêliyên jiyana xwe de ji bo pêşxistina jin û civakê xebat kir. Hertim hişmendiya zilamsalarî redkiriye û parastina cewherê jin û civakê dikir. Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de, di encama êrişa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzî mala xwe hat şehîdxistin.   Gulistan Tara: Rojnamevan Gulîstan Tara, di 24’ê Çileya 1983’an de li Êlihê çavê xwe li dinê vedike. Gulistan Tara dibistana seretayî li Taxa Çandê ya Êlihê destpê kir û heta pola duyemîn a lîseyê xwend. Ji bo Tara xala werçerxanê ew serdem bû ku çû cem xwişka xwe Ûlkem Îsen ku li Girtîgeha Sêwasê girtî bû. Tara ku wê demê tenê 13-14 salî bû, ji civîn û rêwîtiyên ku bi xwişka xwe re di seyrangehê de dikir, pir bandor dibû. Di wê demê de dikeve pey lêgerîna naskirina xwe. Ev serdemeke ku nasnameya jinê jî derdikeve pêş e. Gulistan hem li ser nasnameya Kurdî hem jî ya jinê disekine û lêkolîn û xwendinê dike.   Dîroka 15’ê Sibata 1999’an a ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çarçoveya komployeke navneteweyî de radestî Tirkiyeyê hat kirin, Gulistan Tara jî weke gelek kesên din bandor dibe û dest bi lêgerîna rêya xwe dike. Di 29’ê Gulana 1999’an de bi birayê xwe re amadekariya lîstika şanoyê dike ku wê di 29’ê Gulana 1999’an de biçe ser ekranê, nameyekê li pey xwe dihêle û dest bi rêwîtiya xwe dike. Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxa 2024’an wesayîta rojnamevanan li Seyîdsadiq a Silêmaniyê bombebaran kir. Di êrişê de rojnamevanên jin Hêro Behadîn û Gulistan Tara yên xebatkarên çapemeniya azad şehîd bûn û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.   Hêro Behadîn: Hêro Behadîn di sala 1992yan de piştî Enfala Germiyanê li gundê Tîmar ê bi ser navçeya Sengaw ji dayîk bûye. Beşa Endezyariyê ya Polîteknîkê ya Zanîngeha Silêmaniyê qedandiye. Di sala 2017’an de li bajarê Silêmaniyê tevlî Ragihandina Azad bû. Dibe endamê desteya weşanê ya şîrketa Çetir û di warê teknîka kamera, montaj û grafîkê de yek ji xebatkarên herî jêhatî yên dezgehê bû.   Hêro Behadîn heta kêliyên dawî yên jiyana xwe têkoşîna xwe ya ji bo azadiya çapemeniyê berdewam kir. Hêro Behadîn li gel Gulistan Tara di berdêla rêya heqîqetê de, di êrişa dewleta Tirk a dagirker ya di 23’yê Tebaxa 2024’an de li Seyîdsadiq a Silêmaniyê şehîd bûn.   Jinên wek Denîz Firat, Nujiyan Erhan, Gulistan Tara û Hêro Behadîn bûn pêşengên jin ên têkoşîna çapemeniya azad. Van jinan tenê rojnamegerî nekirine; her wiha bûne dengê têkoşîna azadiyê ya gelan. Her yekê hêz û berpirsyariya civakî ya rojnamegeriyê di têkoşîna azadiyê de nîşan da. Pênûsa wan di lêgerîna jina Kurd a ji bo heqîqetê de roleke girîng lîst û îro jî îlhamê dide rojnamevanên ku li ser wan şopan dimeşin.