‘Divê nivîskar demildest bên berdan’ 2025-03-05 20:35:17   NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê bertek nîşanê binçavkirina sê nivîskarên Kurd dan û diyar kir ku divê demildest bên berdan û wiha hate gotin: “Gavên demokratîkbûna ku civak dipê divê demildest bên avêtin.”   Paritya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bertek nîşanê  binçavkirina nivîskarên Kurd Ronayî Onen, Mevlut Aykoç û Samî Tan dan.   Partiyê li ser hesabê çapemeniyê daxuyaniyek da û got: “Bi banga dîrokî ya ‘Aştî û civaka demokratîk’ Tirkiye ketiye pêvajiyek nû. Ev êrîşên dijdemokratîk yên li hember kedkarên zimanê Kurdî nayên qebûlkirin. Ev hêviya aştiyê parçe dike. Divê demildest nivîskarên hatine binçavikrin bên berdan.”   Her wiha hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan jî di parvekirinên xwê yên li ser çapmeniya civakî de diyar kirin ku divê nivîskarên hatine binçavkirin demildest bên berdan.