Komeleya Dema Jinê: Em jinan vedixwînin banga azadiyê 2025-03-04 09:05:09     STENBOL - Endamên Komeleya Dema Jinê, bi dirûşmeya “Em tên bi azadiya jinê, demê dorpêç bikin” 8'ê Adarê pêşwazî dikin û diyar kirin ku ew ê li qadan bin û têkoşîna jinan a ku pêşengtî kirine hembêz bikin.   Komeleya Dema Jinê, bi dirûşmeya “Em tên bi azadiya jinê, demê dorpêç bikin” 8'ê Adarê pêşwazî dikin û lez dan xebatên xwe. Jinan bangewaziya têkoşîna hevpa kirin.   'Em bi xwe bawer in'   Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, diyar kir ku bi ruhê azadiyê ve ber bi 8’ê Adarê ve diçin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em çalakiyên 8'ê Adarê bi dirûşma 'Em tên bi azadiya jinê demê dorpêç dikin' pêşwazî dikin. Me ev daxwazên we di dirûşma xwe de anî ziman. Em pir bi coş û ji xwe bawer in. 8'ê Adarê mizgîniya bihar û aştiyê ye. Em di vê 8’ê Adarê de pir bi hêz in. Azadiya me pir bi qîmet e. Azadiya jinê ya xweparastinê tiştekî ku em bi dest bixin zehmet e. Loma jî bi hev re li qadan bimeşin pir bi qîmet e. Em bi hêviyê nîşanî jinan hem hevgirtinê mezin dikin, hem jî dibin hêvî. Em dixwazin di pêngava 8'ê Adarê de bi hev re bin, ku em bi hev re bimeşin. Em ê piştî 8’ê Adarê jî bi heman bawerî û hezkirinê Newrozê pîroz bikin.”   'Em ê bireng û çanda xwe li qadan bin'    Ji Komeleya Dema Jinê Derya Aslan, diyar kir ku sala 2024’an a ku herî zêde kuştinên jinan pêk hatin û têkoşîna jinan a li dijî vê jî zêde bû, li pey xwe hişt û wiha axivî “Em weke jin têkoşîna xwe ya li dijî kuştina jinan û tundiya dewleta mêr di qadan de mezin dikin. Em ê bi reng, çanda xwe û bi coşa xwe li qadan bin. Em dizanin ku heta jin azad nebe civak azad nabe û li ser vê yekê em hemû jinan vedixwînin banga azadiyê. Werin em hemû bi tilîliyên xwe beşdarî 8'ê Adarê bibin."   'Em çiqasî birêxistin bibin em ewqasî qezenc bikin'   Endama Komeleya Dema Jinê Newroz Ûnverdî bal kişand ser komkujiyên li ser jinan bi polîtîkaya bêcezakirinê tên organîzekirin û diyar kir ku jin li dijî rêxistinkirina komkujiyê bêdeng neman û berxwedana jinan bi rêxistin kir. Newroz Ûnverdî wiha bi lêv kir: “Di sala 2024’an de jinan li dijî sazûmaniya birêxistinbûyî ya şîdeta dewleta mêr, polîtîkayên çewisandinê û polîtîkaya bisînorkirina jinan, qadan û kolanan neterikandin. Em 8’ê Adara 2025’an bi têkoşîna ku di sala 2024’an û salên borî de me daye pêşwazîkirin. 8’ê Adarê em ê vê mîrateyê biparêzin. Di 8'ê Adarê de ku em ê şîdeta dewleta mêr a li kolanan eşkere bikin û bi rêxistin bikin, gelekî girîng e ku em li kolanan bin. Ez bang li hemû jinan dikim ku 8’ê Adarê li vê bangê xwedî derkevin û li qadan bin. Em çiqasî li qadan bin û em çiqasî birêxistin bibin em ewqasî qezenc dikin. Di 25’ê Mijdarê de em bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li qadan bûn. Di 8’ê Adarê de em ê bi şêwaza jiyanê ya bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ qadan tije bikin. 8’ê Adarê saet 13.00’an em ê li Kadikoyê di civîna jinan de, saet 19.30’an jî li Taksîmê Tûnelê bên cem hev. Em bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li qadan in û li benda hemû jinan in.”