Li Îdirê starta 8’ê Adarê hat dayîn 2025-03-02 20:20:28   ÎDIR - TJA’yê li Îdirê starta 8’ê Adarê da û peyama ‘Qetilkirin û windakirina jinan yên wekê Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîş, Pinar Gultekîn û bi dehan jinên ciwan ji polîtîkayên şerê taybet serbixwe nîne’ hat dayîn. Tevgera Jinen Azad (TJA) li Îdidrê di avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) starta 8’ê Adarê da.  DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Mafê Mirovan ( ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes tevli bûn.   Metna daxuyaniyê hevseroka DEM Partî ya Îdirê Fatma Kaya xwend.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hezaran salane ked, beden, îradeya jinan ji aliyê zÎhniyeta serdest ve tê xespkirin û polîtîkayên qirkirina jinê tên rewa kirin.  Her wiha ddaxuyaniyê de hat diyarkirin ku gumanbarên jinan bi polîtîkayên bêcezahiştinê tên xelatkirin û  mafên jinan hedef tên girtin. Daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Qetilkirin û windakirina jinan yên wekê Gulîstan Doku, Rojîn Kabaîş, Pinar Gultekîn û bi dehan jinên ciwan ji polîtîkayên şerê taybet serbixwe nîne. Polîtîkayên şer bi hemû aliyan di dewrê de ye.”   Piştî daxuyaniyê jinan bi dirûşmeya jin jiyan azadî govend gerandin.