Ji jinên Egîtîm Senê komxebata 8’ê Adarê 2025-03-01 18:51:50   DÎLOK - Meclîsa Jinan a Egîtîm a Dîlokê komxebata ‘polîtîkayên malbat, beden û newekheviya zayenda civakî’ pêk anîn. Komxebata bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhên pêk hat eleqeyek mezin dît.   Meclîsa Jinan a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Dîlokê çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi ser navê ‘polîtîkayên malbat, beden û newekheviya zayenda civakî’ komxebat pêk anî.   Komxebat li salona konferansê a oteleke li navçeya Mezmaxor a Dîlokê pêk hat. Endamên meclîsê û gelek jin tevli bûn.  Sekretera Jinan a Egîtîm Sen a Dîlokê Gulfîdan Ozpolat axaftina vekirinê kir.    Piştre Gulçîn Ozge Tan di bin sernavê ‘Jin û malbatan di bin bandora dewlet, baviksalarî û kapîtalîzmê’ de axivî. Gulçîn Ozge Tan der barê tevlibûna jinan a pêvajoya siyasî û darazê de axivî.   Pispra zayenda civakî Handan Çoşkun jî di bin sernavê ‘polîtîkayên beden û tundiya zayendî’ de axivî. Ozlem Turkdogan jî di bin ser navê ‘ ducanî, kurtaj û jina makul’ de axivî. Komxebat bi pirs û bersivan bidawî bû.