Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê 2025-02-28 17:57:30   STENBOL- Kovara Jîneolojiyê bi gotinên ‘em bang li hemû xwendevanên xwe dikin ku dengê jîneolojiyê zêde bikin’ banga tevlibûna hevdîtina xwendinê kirin.   Kovara Jîneolojiyê 1’ê Adarê de saet di 15.00’an de li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li Beyoglu, wê bi xwendevanên xwe re hevdîtinêpêk bîne. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Suzan Akîpa wê tevli hevdîtinê bibin. Ji bo hevdîtinê banga ‘em hemû xwendevanên xwe vexwendiyê zêdekirina dengê Jîneolojiyê dikin’ hat kirin.