Nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome 2025-02-27 14:23:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja 51'ê de bi coş didome.   Ji 8’ê Çileyê gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, li bendava Tişrînê nobetê digirin.   Çalakiya nobetê di roja xwe ya 51 bi koma ji kantona Firatê dewam dike.   Nobedarên bendavê ku bi coş û moraleke nobetê digirin, li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin.   Nobeta li Bendava Tişrînê dê heya rawestandina êrişan dewam bike.