Ji kantona Firatê gel ber bi Bendava Tişrînê bi rê ket 2025-02-25 13:46:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji kantona Firatê bi sedan kes ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin, ji bo tevlî nobeda berxwedanê bibin.   Ji bajar, navçe û gundên kantona Firatê bi sedan kes îro li Kobanê li hev kom bûn. Girseya gel bi konvoyeke ji wesayitan ber bi Bendava Tirşînê bi rê ket.   Konvoya gel a 5'emîn a kantona Firatê wê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê, av û elektrîka xwe biparêze.