ROJEVA 20'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-20 09:00:00       *Di vê pêvajoya ku nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd zêde dibin de, daxwaza jinan a çareseriyek çawa û tecrûbeyên çareseriyê yên li cîhanê jî di rojevê de ne. Têkoşîna  jinan a li Başurê Afrîkayê ku beşdarî pêvajoyên çareseriyê bûne jî balê dikişîne. DOSYA   *Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê bi dirûşma "Em xwe rêxistin bikin azad bibin"  diçe 3’emîn Kongreya Asayî.  Endama Komîsyona kongreyê Satiye Ok der barê kongreyê de axivî û got: “Di vê demê de rêxistinbûn û rizgarî girîng e. Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo azadiya xwe bi rêxistin bibin û têbikoşin.  Rêxistina DEM Partî ya Stenbolê weke dema 3'yemîn tê birêxistinkirin û mezinbûnê hedef dike.” DÎMEN HEYE   *Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç der barê daneyên di çarçoveya anketên ‘asta bikaranîna zimanê dayikê û daxwaz’ axivî û diyar kir ku zimanê dayikê esas herî mezin a nasnameya civakan e û her diçe zimanê dayikê nayê bikaranîn, nayê pêşxistin, tê jibîrkirin û polîtîkaya yekparêziyê pêk tê. DÎMEN HEYE   *Ji Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Hacer Elçîn, bertek nîşanê operasyonên lihember HDK û pêkhateyên wê da û got: “Em bi hev re têkoşînê nedin em ê biser nekevin. Ya bi hev re ya jî em tu kes.” DÎMEN HEYE   * Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê dawî li peywendiyên xwe yên siyasî yên 4 rojan anî û vegeriya Tirkiyeyê. Pervîn Buldan derbarê hevdîtinan de wiha got: "Di hemû hevdîtinan de aktoran diyar kirin ku ew ê ji sedî sed li pişt vê pêvajoyê bin." BI DÎMEN    *Welatiyan bertek nîşanê êrişa li hember Jinart Hunerê dan û diyar kirin ku ev parçeyek polîtîkaya asîmîlasyonê ye û banga têkoşîn û piştevaniyê kirin. BI DÎMEN