Heyeta Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê re hevdîtin pêk anî 2025-02-15 21:27:23   Melek Avcı   NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnax re hevdîtinek pêk anî û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn.   Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalanre,  îro çû Başûrê Kurdistanê.    Endamên Heyeta DEM Partiya ya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir,  ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez û Ozgur Erol, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Bedran Ozturk û Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç di nava şandeyê de cih digirin.    Bernameya heyetê   Heyet dê sibehî bi Serokê PDK’ê Mesût Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Di hevdîtinê de dê hûrgiliyên hevdîtinên Îmraliyê werin parvekirin û nêrîn û pêşniyarên kesên eleqedar yên têkildarî pêvajoyê werin girtin.    Şande dê piştre derbasî Silêmaniyê bibe û bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî, Qubat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinekê pêk bîne.