Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e 2025-02-15 14:56:14        STENBOL -  Têkildarî 15’ê Sibatê, Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da û got: “Rêya rast a zindîkirina îradeya çareserî, demokrasî û aştiyê, rakirina pergala li Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkan e.”    Buroya Hiqûqê ya Asrinê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku salvegera komployê ye û komplo ne tenê li dijî Gelê Kurd, di heman demê de pêkvejiyana wekhev û azad a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî derb kir. Bi domdarî di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro salvegera komploya navneteweyî ya li dijî birêz Abdullah Ocalan e. Ev komploya navneteweyî ne tenê li dijî Kurd, di heman demê de pêkvejiyana wekhev û azad a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî derb kir. Bi komploya navneteweyî re birêz Ocalan hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê ya 26 sal in li birêz Ocalan tê ferzkirin, bêguman bû domandina komployê.”     Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pergala tecrîdê ya Îmraliyê rejîmeke îşkenceyê ya giran e ku hiqûqa navxweyî û ya navneteweyî lê nayê cîbicîkirin, qanûn, destûra bingehîn, peyman û hemû maf lê hatine binpêkirin û rejîmeke dermirovî ye ku berjewendiyên navneteweyî rêveberiya wê diyar dike. Ev rejîma awarte ku li Girava Îmraliyê di meriyetê de ye û rasterast girêdayî van têkiliyan e; di nava demê de ji demokratîkbûna welêt heta aborî û siyaseta derve, di tevahiya rêveberiya welat de diyarker bû û hêj bandorê lê dike.    Pêkvejiyaneke azad û adilane    Qedexe û astengkirinên li Îmraliyê bênavber û bi awayekî fiîlî di meriyetê de; di nava demê de veguherîn yasayan û bandor li tevahiya girtîgehên din jî kr. Şêweyê înfazê ya mayina di girtîgehê de ya heta dawiya emrê xwe ku li birêz Ocalan hatiye ferzkirin, li hezaran girtiyan jî hate ferzkirin. Israra di neçareserkirina pirsgirêka Kurd de û domandina rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê re krîzên aborî û siyasî yên li gel hatine ferzkirin mezintir bû, siyaseta şer û qeyûman girantir kir û rê li ber azadiya civakî û aştiya civakî girt. Lewre; ji bo pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were çareserkirin, weke şertê ewil divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Ev yek dê bike ku karnameya maf, hiqûq û demokrasiyê ya welêt baş bibe û pêkvejiyaneke azad û adilane ya Kurd û Tirkan û hemû gelên li erdnîgariya me dijîn misoger bike.     Tevî rejîma îşkenceya giran a 26 sal in didome jî, wekî em di van rojan de şahidiya wê dikin, birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk, siyasî û hiqûqî bê çareserkirin îradeyek raber kir, ev îrade mezintir kir û bû xwedî potansiyeleke wisa ku vê komploya navneteweyî ku berhema hevsengiya hêzên navneteweyî ye û siyaseta tecrîdê vala derxîne. Birêz Ocalan, li dijî komploya navneteweyî û siyaseta tecrîdê, siyaseta aştiyê ya gerdûnî meşand.    'Rênîşandareke pir bi qedir û qîmet'   Piştî şert û mercên agahînegirtina mutleq ku 4 salan hate domandin, cara ewil di 23’yê Cotmeha 2024’an de pê re hevdîtin hate kirin û got; ‘Tecrîd didome. Heke şert û merc ava bibin ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku pêvajoya pevçûn û tundiyê derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bikim.’ Bi vê yekê re hêz û îradeya xwe nîşan da. Di hevdîtina 28’ê Kanûna 2024’an de jî got; ‘... tevahiya van hewldanên me, dê welêt bigihînin asta ku heq dike û di heman demê de ji bo veguherîna demokratîk jî dê bibe rênîşandareke pir bi qedir û qîmet. Ji bo aştiya Tirkiye û herêmê dewr dewra aştî, demokrasî û xwişk-biratiyê ye.’ Bi vê peyama xwe careke din banga xwe ya ji bo demokrasî û aştiyê dubare kir. Rêya rast a ku dê çareseriyê bi xwe re bîne û îradeya demokasî û aştiyê zindî bike, rakirina pergala Îmraliyê û bi azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêkan e.”