Kantona Firatê li dijî komployê meşek li dar xistin 2025-02-15 14:54:36        NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kantona Firatê bi meşeke girseyî komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.   Îro di salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi deh hezaran şêniyên Kantona Firatê daketin qadan û bi meşeke girseyî komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.   Meş ji Qada Jina Azad destpê kir. Di meşa girseyî de wêneyên Abdullah Ocalan û şehîdên ku bi dirûşmaya “Kes nikare roja me tarî bike” çalakî kirin, hatin hildan. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bêjî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Kujer Erdogan” û “Berxwedan Jiyane” hatin berzkirin.   Di meşê de dayikan cil û bergên kurdî li xwe kirin û ciwanan jî tîşortên ku wêneyên Rêber Apo li ser hene li xwe kirin.   Meşê heta dawiya kolana 48’an dewam kir, li wir deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Arîn Ehmed, Komploya Navnetewî ya li dijî Abudullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku ew ê roja reş bikin roja azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan.   Arîn Ehmed, destnîşan kir ku dewletên faşîst hewl dan bi vê Komployê re Gelê Kurd têk bibin û got, “Armanc gel û Rêber Abdullah Ocalan ji hev qut kirin bû. Wekî hûn dizanin 15`ê Sibatê di dîroka Gelê Kurd de dîrokeke reşe. Gelê me yê hêja ji bo ku vê roja tarî ronî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin, li ber xwe dan. Rêber Abdullah Ocalan ev 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin.”   Arîn Ehmed, anî ziman ku dem hatiye azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan Apo misoger bibe û got, “Bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re wê aloziya li tevahî cîhanê çareser bibe. Wê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re aştî û aramî li hevahî cîhanê pêk were.”   Meş bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok Jiyan nabe” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.