ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN 2025-02-14 09:00:00     *Jinên li Helebê têkildarî komploya navneteweyî diyar kirin ku hat xwestin hêzên komploger Gelê Kurd û Abdullah Ocalan ji hev qut bikin lê komplo bi ser neketiye û wiha gotin:"Em 26 saliya komploya ku li ser rêbertî hatiye meşandin, şermezar dikin. Herî zêde em li benda wê rojê ne ku em Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin ji ber ku bi saya fikir û felsefeya Rêbertî em gihiştin roja îro." DÎMEN HEYE    * Piştî ku heyeta DEM Partî ya Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir şûnde çareseriya pirsgirêka Kurd hat nîqaşkirin û nirxandinên Abdullah Ocalan riya çareseriyê nîşan dide. DOSYA    *Jin der barê hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatine kirin û rola meclîsê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de axivîn û gotin: “Em ji vê pêvajoyê bi hêvî ne. Em bi biryarin ji bo aştiyê têkoşîna xwe bilind bikin. Divê hemû alî piştgiriyê bidin vê derfeta dîrokî.” DÎMEN HEYE   *Yên îro li hember pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan disekinin yek bi yek wêran dibin û jinên tecrîd şikandin ev du sal in bi çalakiyên dimeşînin gav bi gav ber bi azadiyê ve dibin.   *Rojnameger Rojbîn Denîz, êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê tê dayîn nirxand. Rojbîn Denîz got dewletên hegemon bi destê cîhadîsan dixwazin li Rojhilata Navîn pergalek nû ava bikin û got berxwedana li Tişrîn û Qereqozaxê tê dayîn wê qedera Sûriyeyê diyar bike. DÎMEN HEYE