Li Fransayê meşa ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî’ dest pê kir 2025-02-13 19:02:35     NAVENDA NÛÇEYAN- Li başûrê Fransayê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ çalakiya meşa 3 rojan li ber Şaredariya Martiguesê destpê kir.   Li başûrê Fransayê li ber şaredariya Martiguesê meşa dirêj a 3 rojan destpê kir. Meşa ku her sal bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî tê lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.   Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Fransî û Tirkî daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn.Di daxuyaniyan de bal hat kişandin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah bê misogerkirin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bên çareserkirin.   Hat ragihandin ku ji bajarên Draguignan, Montpellier, Avignon û Moarignane girse tevlî meşê bûne.Di roja destpêkê de meş, li ber Şaredariya Marîgnane dawî bû.Beriya meşê çalakgeran belavokên bi daxwaza "Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statu" belav kirin û daxwazên gelê Kurd ji raya giştî ya Fransayê re ragihandin.Di meşê de bênavber dirûşmên "Ji Rêber Apo re azadî" hatin berzkirin. Li vir coş û biryardariya çalakgeran bal kişand.   Bernameya meşê wiha ye;   *Di roja duyemîn de meş wê li Marignane destpê bike û li herêma La Viste ya ketina Marsîlyayê bi dawî bibe.   *Roja sêyemîn jî wê li navenda bajarê Marsîlyayê bi tevlîbûna bi hezaran kes meşeke girseyî ya mezin bê lidarxistin.