Agirê berxwedana li Wanê heta danê sibehê dewam kir 2025-02-13 08:39:00       WAN - Çalakiya nobedê ya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dest pê kir di roja duyemîn de heta sibehê dewam kir.   3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê ku ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan bi îdiaya "Bi zanebûn û bi dildarî hewl daye alîkariya rêxistinê kiriye" hat birîn, hat şermezarkirin. Şêniyên li Wanê ev du roj in li ber şaredariyê ye û heta sibehê nobeda xwe didomîne.   Di çalakiya ku heta danê sibehê li derdora agirê li baxçeyê şaredariyê hat pêxistin de, ciwanan gelek caran stranên berxwedanê gotin û govend gerandin. Çalakiya nobedê ya bi piştgiriya welatiyên ji hemû pêkhateyan didome, parlamenterên herêmê yê DEM Partiyê jî piştgirî dan nobedê. Hevşaredaran tevahiya şevê qada nobetê terk nekirin.