Berxwedan Tişrînê di roja 34’an de didome 2025-02-11 19:35:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana xwe li dijî êrîşên li hember Bendava Tişrînê di roja 34’emînde didomînin.    Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Çile heta niha li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bendava Tişrînê nobeta xwe didomînin. Çalakiya gel di roja 34’emîn de didome.  Tevî serma, seqem, baranê û êrîşên hewayî û bejahî yên li derdora bendavê, ciwan û temenmezin bi coşeke mezin beşdarî çalakiyan dibin.   Îro jî gelek welatiyên bajarên Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Birakê û Şedadê berê xwe da Bendava Tişrînê ku nobedê ji gelê bajarê Kobanê û gundewarê wê ku 6 roj in li ser bendavê ne, dewr bigirin