Pirtûka 'Parastina Bêsînor' li Rihayê hat îmzekirin 2025-02-09 16:35:19   RIHA - Li Rihayê ji bo pirtûka "Parastina Bêsînor" a ku Fîgen Yuksekdag nivîsîbû çalakiyek îmzekirinê û sohbet hat kirin.   Ji bo pirtûka Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a girtî Fîgen Yuksekdag, li Rihayê ji bo pirtûka "Parastina Bêsînor" roja îmza û hevpeyvînê hat lidarxistin. Nûnerên DEM Partiyê, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk, endamên meclîsê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî beşdarî çalakiya li Rêxistina Navçeya Halîliye ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate lidarxistin bûn. Di hevdîtinê de Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî axivî û got, "Em ê têkoşîna hevalên zindanê bidomînin."   Têkoşîna ku sînor û astengan nas nake   Piştre Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol ku mafê axaftinê girt, parastina wan a ji doza Kobanê ya ku Fîgen Yuksekdag dihat darizandin bi bîr xist. Sevda Çelîk Ozbîngol, bal kişand ser parêznameyên ku di vê pêvajoyê de ji aliyê siyasetmedaran ve hatine kirin û pirtûka Fîgen Yuksekdag a di ronahiya van parêznameyan de.   'Ger berdêl neyê dayîn têkoşîn nayê qezençkirin'   Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu ya herî dawî axivî got, "Ev parêznameyên Fîgen Yuksekdag parastina çawaniya hevgirtina serhildana Kobanê û Geziyê ye. Bêyî ku berdêl bidin, li van axan têkoşîn bi ser nakeve. Divê em xwedî li têkoşîna birêxistinkirî derkevin."   Piştî sohbetê pirtûka Fîgen Yukseksedag hat îmzekirin.    Çalakî piştî îmzekirina pirktûkê bi dawî bû.