Piştî 'Mîtînga Azadiyê': Aştî bi Rêberê me re pêkan e! 2025-02-09 10:53:57   Gulistan Gulmuş-Derya Ren   AMED – Beşdarên "Mîtînga Azadiyê" ya li Amedê hat lidarxistin, diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin, "Rêberê me berdin, aştî bi Rêberê me re pêkan e."   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28'ê Kanûnê de yekem car bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Piştî hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan a ji 7 xalan pêk dihat hat parvekirin. Piştre jî heyetê bi gelek aliyên siyasî re hevdîtin pêk anî û piştre jî bi Îmraliyê re hevdîtin pêk anî.   Piştî hevdîtinan daxuyaniya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan a "Dê bangeke dîrokî ji Îmraliyê bê" di nava raya giştî de heyecanek mezin derxist holê. Di "Mîtînga Azadiyê" ya duh li Amedê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku armanca sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.   Jinên li qada mîtîngê ji JINNEWS’ê re axivîn.   'Rêberê me berdin'   Sîze Kaptan bi gotina, "Divê êdî destên xwe ji zarokên bikşînin" axaftinên hikûmetê yên dawî yên têkildarî pêvajoyê bi bîr xist û got: "Dibêjin em ê aştiyê pêk bînin, çima mirovan qetil dikin? Ev zilm e, ne tiştekî din e. Zarokên biçûk dikujin. Em careke din bang dikin: Rêberê me berdin, aştî bi rêberê me re pêkan e."   'Em bi aştiyê bi ser dikevin'   Munevver Orta da zanîn ku dixwazin bi têkoşînê encamekê bi dest bixin û got, “Em niha dixwazin Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin. Ez hêvî dikim ku em serketinê bi dest bixin û bi aştiyê em ê serketinê bi dest bixin."   'Azadiya me nêzîk e'   Menîce Goktay jî diyar kir ku ew azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û wiha got: “Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe. Bi rizgarkirina wî re wê şer li Rojava raweste. Em ne alîgirê zilmê ne. Em dibînin ku azadiya me nêzîk bûye."   'Bê Serok jiyan nabe'   Esma Goçturk, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan rêberê Kurdan e û wiha dewam kir: “Ew rêberê me ye, mezinê me ye. Çima ev çend sal in di girtîgehê de ye? Bê serokatî jiyan nabe. Dema ku Abdullah Ocalan azad bibe wê Kurd jî azad bibin. Em dixwazin ku ew azad bibe û em aştiyê dixwazin."   'Em aştiyê dixwazin'   Seyran Ok, anî ziman ku divê aştî pêk were û Abdullah Ocalan azad bibe û diyar kir ku divê girtiyên li girtîgehan jî bên berdan. Seyran Ok got: “Em ê heta kengê bindest bin? Em hêvîdar in aştiyeke bi fêde û bi rûmet pêk were. Em ji hemû cîhanê re aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin. Êrîşî gelê Rojava dikin, gelek kes hatin qetilkirin. Çi mafên wan hene? Ew rojnamegerên me qetil dikin."