Platforma Jinan a 8’ê Adarê: Em 8’ê Adarê de li Kadikoyê ne 2025-02-08 17:43:21   STENBOL - Platforma Jinan a 8’ê Adarê, hem ji bo xerakirina cezayê gumanbarê Pinar Gultekîn û hem jî ji bo starta 8’ê Adarê bide li Kadikoyê li ber Operasya Sureyya daxuyaniyek dan. Platformê wiha got: “Em ê ji bo aştiyê têbikoşin. Ji bo jiyanek wekhev û azad em ê bi serhildana xwe piştevaniya xwe 8’ê Adarê de li Kadikoyê bin.”   Platforma Jinan a 8’ê Adarê, hem ji bo xerakirina cezayê gumanbarê Pinar Gultekîn û hem jî ji bo starta 8’ê Adarê bide li Kadikoyê daxuyaniyek dan. Pankara ‘Ji bo Pinar Gultekîn Edalet’ hat vekirin û  gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Jinan bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berzkirin. Li ser navê Platforma 8’ê Adarê Tugen Gumuşay daxuyanî xwend.   Tugem Gumuşay da zanîn ku 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêz dibe û ew hemû jinan vexwendiyê qadan dikin û got: “Qetilkirin û tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe. Her wiha di şer de yên herî zêde bandor dibin jinin. Jin di şer de bi zor û zehmetiyên mezin re tên rû hev.”   ‘Bijî têkoşîna rêxistinkirî’   Tugem Gumuşay balkişand ser xerakirina cezayê li gumanbar Cemal Metîn Avci ku Pinar Gultekîn qetil kiribû û got: “Daîreya Ceza ya Yekemîn a Dadgeriyê cezayê muebetê xera kir û pêşiya daxistina tahrîka bê maf vekir. Em polîtîkayên bêcezahiştinê qebûl nakin. Emê têkoşîna xwe bidomînin. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê cezayên wek xelat didin gumanbaran û diparêzin. Em ê li dijî pergala we ya mêr serî netewînin.”   ‘Em ê 8’ê Adarê de li Kadikoyê bin’   Tugem Gumuşay wiha dawî lê anî: “Yên herî zêde ji şer û krîzê bandor dibin jinin. Butçe ne ji bo jinan ji şer re tê veqetandin. Em jin wê li dijî şer têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî hemû polîtîkayên binpêkirin û xizaniyê têbikoşin. Em van polîtîkayan red dikin û 8’ê Adarê de li Kadikoyê ne.” Daxuyanî bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.