Li dijî komploya sedsalê berxwedana sedsalê (8) 2025-02-08 09:06:22        Guantanamoya Tirkiyeyê: Girtîgeha Îmraliyê   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê, bi armanca ku hemû têkiliya wî ji cîhanê bê qûtkirin ji 1999’an heta niha li Îmraliyê tên tecrîdkirin. Abdullah Ocalan li dijî pergala îşkenceya li cîhanê nehatiye dîtin li ber xwe dide.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û bi komploya navneteweyî di 15’ê Sibata 1999’an de hat revandin û teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan ji wê rojê de ye li Îmraliyê di bin tecrîda giran d eye. Abdullah Ocalan 26 sale li dijî pergala îşkenceyê berxwe dide. Girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî li girtîgeha Îmraliyê di heman şert û mercan de dimînin. Me dîrok û pergala Îmraliyê ku Abdullah Ocalan wek Guantanamoya Tirkiyeyê bi nav kir, girt dest.   Tecrîd didome   Ji Tîrmeha 2016’an heta 2018’an hevdîtin nehatin kirin. Ji wê dîrokê şûnde daxwaza hevdîtinê ya parêzeran 6 mehan carê hat qedexekirin. Di 8 salan de 13 caran hevdîtinên qedexeyê yên 6 mehê hatin dayîn. Parêzeran herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin kirin.  Di 5’ê Cotmeha 2024’an de biraziyê wî û parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hevdîtinek kir. Abdullah Ocalan gotibû tecrî didome. Herî dawî parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bulgan û Sirri Sureya Onder hevdîtin kirin.    ‘Tedbîrên ewlehiyê’   Beriya Girava Îmraliyê bibe girtîgeh, xiristiyan li giravê dijiyan. Lêbelê, nifûsa Xiristiyanên ku li giravê dijîn di sala 1924-an de bi Peymana Lozanê ya ku di sala 1923'yan de hate îmzekirin, bi Danûstandina Nifûsê re koçî Yewnanîstanê kirin. Dêra ku li vir ji aliyê Yewnanan ve hatiye hiştin di sala 1935'an de veguheriye girtîgehê. Girtîgeh girtîgeheke pîlot bû ku girtiyên edlî di xebatên qadê de dihatin xebitandin. Li Îmraliya ku komar wek girtîgeha mînak pesnê wê dide, piştî darbeya 1960’î şûnde  serokwezîrê demê Adnan Menderes, wezîrê karên derve Fatîn Ruştu Zorlu û wezîrê aboriyê Hasan Polatkan ku li Yassiada hatin darizandin, hatin darvekirin. Piştî salan şûnde îtîbara sê kesî hat radestkirin û li Stenbolê bi gorên abîde yê hatin çêkirin bên bibîranîn jî, Tirkiye wek welatekî ku serokwezîr û siyasetmedarên xwe li giravekê darve kir, derbasî dîrokê dibe.    Di nava girtîgehê de girtîgeh   Li girtîgehê nebûna girtiyên din û astengkirina hevdîtinan, tecrîdkirina Abdulalh Ocalan dihat wateya ku li girtîgehê girtîgeh heye û ev pergala îşkenceyê ye. Ji ber vê sedemê piştî serlêdana li DMME’êd i sala 2009'an de endamên PKK'ê Bayram Kaymaz, Cumalî Karsu, Şeyhmuz Poyraz, Hasbi Aydemir, Mehmet Saît Yildirim, Çetîn Arkaş, Nasrullah Kuran û endamê TÎKKO'yê Hakki Alkan şandin Îmraliyê. Piştî salên 2013-2015’an dema ku di navbera PKK, Abdullah Ocalan û hikûmeta AKP’ê de muzakereyên bi navê ‘Pêvajoya Çareseriyê’ an jî ‘Pêvajoya Bê Pevçûn’ hatin kirin, girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Di sala 2015’yan de Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş sewqî vir hatin kirin. Girtiyên di bin îşkenceya tecrîda mutleq de li qawîşên 12 metrekare dimînin û ji rewşa wan a tenduristiyê agahî nayê girtin.   Abdullah Ocalan diyar kiriku bu rola Tirkiyeyê ev e li ser navê emperyalîstan ji mîlyonan re gardiyaniyê bikin û gotibû: “Hûn çawa bi mîlyonan kesî di odeyeke biçûk de dikarin bigirin? Gel jî vê wisa dibîne.” Ji girtina Abdullah Ocalan het aniha li Tirkiye, Ewropa û seranserê cîhanê ji bo azadiya wî kampanya hatin pêkanîn. Konseya Mafê Mirovan a NY’ê  ji bo rakirina tecrîdê heta 2025’an dem da Tirkiyeyê.   Kampanyayên dawî   Niha ligel çalakiyên ‘deng bidin azadiyê’, çalakiyên bangên ji bo CPT jî didomin. Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" kampanya hat destpêkirin. 69 kesên xelatgirên Nobetê jî namzet ji CPP, Konseya Ewropayê, DMME, OHCHR re namea şandin û dîsa ji serokomar Tayyîp Erdogan re şandin û gotin divê pisgirêka Kurd bi riyên aştiyane bên çareserkirin.