Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ: Bi destûrê wê komkujiyê nû bên kirin 2025-02-08 09:04:36         Rozerîn Gultekîn   STENBOL-Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî Qanûna Statuya Kesî û Qanûna Efûya Giştî ya ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye qebûlkirin û li ser bertekan hatiye rawestandin nirxand û got: “Ev gav bi zîhniyeta DAIŞ’ê hatiye avêtin. Gotina Iraqê ya ez li dijî DAIŞ’ê têdikoşim rastiyê nîşan nade. Em jinên Êzidî desturê nedin berdana çeteyên DAIŞ’ê.”   Parlamentoya Iraqê di rûniştina xwe ya 21’ê Çileya 2025’an de, tevî bertek û nerazîbûnên jinan û raya giştî, proje yasaya serrastkirina yasaya kesayetî ya hejmar 188 a sala 1959’ê ligel Qanûna din a Vegerandina Milk û Qanûna  Efûya Giştî  erê  kir. Dadgeha Federal a Iraqê Qanûna Statuya Kes, Qanûna Vegerandina Milk û Qanûna Efûya Giştî ya ku parlamentoya Iraqê erê kiribû da sekinandin. Berdevka dîplomasiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sûham Şengalî, der barê mijarê de nirxandin kir.   ‘Ev gav bi zîhniyeta DAIŞ’ê hatiye avêtin’   Suham Şengalî got ew qanûna statuya kesî û ya efûya giştî qebûl nakin û got: “Em şermezar dikin. Armanca vê  qanûnê ev e ku pêşiya zîhniyeta DAIŞ’ê vebikin. Ev vê Iraqê şûnde bixîne. Ev qanûn wê zirarê bidin jin û zarokan. Di şexsê jinan de dixwazin civakê bê îrade bihêlin û tune bikin. Iraq mafê jin û zarokan tune dihesibîne. Gotina zarokên keç yên 9 salî û yên kur yên 15 salî dikarin bên zewicandin. Ev civakê xera dike. Bi îslama radîkal ev kirine qanûn. Ev gav bi zîhniyeta DAIŞ’ê hatiye avêtin.”   ‘Wê bi destura Iraqê komkujiyên nû bên jiyîn’   Sûham Şengalî wiha vegot: “Bi destura Iraqê wê komkujiyên nû bên jiyîn. Gotina Iraqê ya ez li dijî DAIŞ’ê têdikoşin rastiyê nîşan nade. Em jinên Êzidî wê destur nedin berdana çeteyên DAIŞ’ê. Em gavên bi şerîta îslamî tên avêtin qebûl nakin. Musliman jî tê de hemû gelên xwedî bawerî, çand û zimanên din divê vê qanûnê qebûl nekin.”   ‘Ne tenê li Iraqê bandorê li Rojhilata Navîn jî dike’   Sûham Şengalî wiha dawî lê anî: “Serdest çiqasî hewl bidin bi qanûnan zextê li civakê bikin jî divê civak vê qebûl neke. Li dijî qebûlkirina van qanûnan ji gelek aliyan ve bertek hatin nîşandan. Jinan bertekên tund nîşan dan. Efûya Giştî herî kêm bi qasî Qanûna Rewşa Kesî xeternak e û divê li hember herduyan jî bertek bê nîşandan. Rêxistinên mafên mirovan pejirandina van yasayan red kirin û hişyarî dan Iraqê ku qanûnê vekişîne. Ji vir ve ez bang li saziyên navneteweyî dikim ku li dijî vê qanûnê bisekinin. Pejirandina vê qanûnê ne tenê Iraqê, li welatên din ên Rojhilata Navîn jî bandorê dike. Bi taybetî qebûlkirina Qanûna Rewşa Kesî ji bo zihniyeta Îslama Radîkal li welatên din jî belav bibe  metirsiyek çêdike. Serbestberdana endamên DAIŞ’ê dê ji bo welatên ser bi Iraqê re jî bibe metirsî û dê li wir jî êrîşan pêk bînin. Ger bertekek tund hebe, Iraq neçar e paşde gav bavêje. Ji bo demokratîkbûna Iraqê û jiyana azad a civakê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Weke jinên Êzidî yên ku ji ber fermanan gelek êş kişandine, em ê rê nedin ku careke din çeteyên DAIŞ’ê bên berdan.”