Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan 2025-02-07 11:44:16       ENQERE - Rojnamegeran ji bo biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê dan.    Rojnameger Nezahat Dogan û Dîcle Muftuoglû, ji bo di çarçoveya nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd tên kirin de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevpeyvînê bikin, serî li Wezareta Dadê dan. Rojnamegeran, daxwaznameyên xwe radestî wezaretê kirin. Rojnameger Dîren Yurtsever jî bi rêya posteyê serî li Wezareta Dadê da û ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê da.   Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû li ser navê rojnamegeran daxuyanî da û got ku weke rojnamegeran jew nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd dişopînin.    Dîcle Muftuoglû, wiha got: “Gelek derdoran daxuyanî dan û me jî hewl dan van gotinan bi raya giştî re parve bikin. Hemû derdor di weşanên zindî de daxuyaniyan didin. Lê belê derfeta me nîne ku em daxuyaniyên Abdullah Ocalan yekser bi raya giştî re ragihînin. Li ser şandeyên heta niha çûne, bi hinek agahiyan dizanin. Lewma ji bo weke aktorê sereke yê vê pêvajoyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û hîn bibin bê ka têkildarî pêvajoyê û çareseriya pirsgirêkê çi difikire, weke rojnamegerên jin me serlêdan kir. Weke rojnameger, peywira me ew e ku civakê agahdar bikin. Em dixwazin di vê mijarê de ji Abdullah Ocalan pirsan bikin.”    Dîcle Muftuoglû, bang kir ku rojnamegerên din jî j bo rojnamegeriyeke bojektîf serlêdanê bikin.