Wezaretê ji bo cezayê li Nevzat Bahtiyar hat birîn serî li îstinafê da 2025-02-07 11:42:51   AMED- Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji ber 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ji bo Nevzat Bahtiyar ji sûcê "îmhakirin, veşartin an jî guhertina delîlên sûc" hat dayîn, serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê da.   Narîn Gûran a 8 salî ya di 21'ê Tebaxê de li Taxa Çulî ya navçeya Rezanê ya Amedê winda bû, di 8'ê Îlonê de li Çemê îftutmazê kuştî hat dîtin. Li gorî rapora ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ve hatiye amadekirin, hate diyarkirin ku Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin. Di çarçoveya lêpirsînê de malbat û xizmên Narîn Guran jî di nav de bi giştî 12 kes hatin girtin.   Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji ber 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê ji bo Nevzat Bahtiyar ji sûcê "îmhakirin, veşartin an guhertina delîlên sûc" hat dayîn, serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê da.   Herî dawî Baroya Amedê li dijî cezayê Nevzat Bahtiyar ku 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê da.