Ji Mexmûrê ji bo Tişrînê: Mirin be em bi we re ne, jiyan be jî em bi we re ne 2025-02-07 09:07:19        Şîlan Goyî    MEXMÛR - Ji Wargeha Mexmûrê Helîm Îşlek û Helîm Gundikremo, diyar kirin ku piştevaniya berxwedana Bendava Tişrînê dikin û gotin: "Di bin bombebaranê de xwedî li jiyan, ax û ava xwe derdikevin. Mirin be em bi we re ne, jiyan be jî em bi we re ne. Li Bakur, Başûr Rojhilat û Rojava hemû kurd yek in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."   Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca rawestandina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û ji 8’ê Çileyê ve nobetê digire. Çalakvanên li bendava Tişrînê, daxwaza rawestandina êrişan kirin û destnîşan kirin ku heta ev êriş rawestin û ewlehiya bendavê misoger bibe, ew ê çalakiyên xwe yên berxwedanê bidomînin.    Ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Helîm Îşlek û Helîm Gundikremo derbarê berxwedanê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.   Helîm Îşlek, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser meha Sibatê û got: “Vê heyva Sibatê, ez hemû dewletên cîhanê şermezar dikim. Di meha Sibatê de Serokatiya me dîl girtin û tecrîd kirin. Her wiha ez di serî de şehîdên meha Sibatê û hemû şehîdên şoreşê û her wiha yên Rojava bi bîr tînim û serê xwe li ber van ditewînim.”   Ji bo parastina axa xwe   Helîm Îşlek, bi gotina “Ez Dewleta Tirk şermezar dikim”  bal kişand ser êrişên li hemberî Bendava Tişrînê. Helîm Îşlek, destnîşan kir ku li Rojava di sala 2011’an ve li ber xwe dide û wiha bi lêv kir: “Heta niha gelek  şehid hatin dayîn, ji bo parastina axa xwe û xwe. Girêdayê doza xwe ne. Dewleta Tirk ji bo tunekirina kurdan DAIŞ ava kir. Lê belê nezanî ku dê miletê Rojava li ber xwe bide. Niha dayikên temen mezin ên wekî 70 salî li ber xwe didin û şehîd dikevin. Bi taybetî ez berxwedana wan dayikan pîroz dikim. Ez bejna xwe li hemberî keda wan ditewînim.”   'Bi îradeya xwe bi ser ketin    Helîm Îşlek, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser bêdengiya dewletên cîhanê: “Bila hemû dewlet bizanin ku Rojava nakeve. Ji ber ku piştî 12 hezar şehid û 13 û 14 hezar gaziyên me heyî Rojava nakeve. Tiştek din heye dijmin her tim windayên xwe vedişere. Niha jî hemû dewletên cîhanê li hemberî êrişên li dijî Rojava bêdeng e. Ji bo çi bêdeng e. Em bi îradeya xwe bi ser ketin, bi şehîdên xwe bi ser ketin, di doza xwe re girêdayî bin dê behsa me bikin. Heke em li ber xwe nedin dê behsa me jî nekin. Pekî mirovekî wek Colani di qetilkirina bi hezaran kesî de rol girtiye, gelo çawa dewletek ruxandin û ev kirin serokê dewletê? Ev dewletên wek Elmanya, Rusya, Emerîka û Tirkiye piştevaniya hevdû kirin û dewleta Colani di nav xwe de avakirin. Ji bo Rojhilata Navîn bikeve destê Tirkiye û DAIŞ’ê. Kî DAIŞ avakir? Tirkiye DAIŞ avakir.  Dewletên dinyayê piştevaniya Tirkiyeyê kirin û DAIŞ avakirin. Bi taybetî ji bo kurdan tune bikin. Lê belê heta tenê kurdek jî hebe, dê kurd li ber xwe bide."    Li Bendava Tişrinê berxwedan   Helîm Îşlek, destnîşan kir ku li Bendava Tişrînê berxwedanek heye: “Em her roj şehîdên li Tişrînê tê dayîn dibînin.  Dê û bavê xelkê li vir şehîd dikevin. Li vir zarokên xelkê şehîd dikevin. Pitikên 10 mehî û 7 mehî şehîd dikevin. Lê belê li vir berxwedan nasekine. Heta yek jî bimîne dê berxwedana li bendavê dê bidomînin. Em li malê ne em diqehirin, ji bo çi ji destê me tiştek nayê û em nikarin piştevaniya wan bikin. Ez bang li tevahiya cîhanê dikim û di serî de kurd, ên ku bi şeref, namûs û bi wicdan dikim, ji bo berxwedana Bendava Tişrînê dengê xwe bilind bikin, piştevaniya miletê Rojava bikin. Miletê Rojava tenê li ser axa xwe ne. Li vir dijîn, li vir ji dayik bûne. Çi heqê Dewleta Tirk heye."   'Di her bihosteke axa Rojava de xwîna şehîdan heye'   Helîm Îşek, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser nêzikatiya Dewleta Tirk a li hemberî kurdan: “Dewleta Tirk nahele ku kurdek serê xwe rake. Her wiha ne tenê li Rojava, li Bakur jî heman tişt heye. Li Îranê jî heman tiştî dike û li Iraqê jî. Em ji sala 91’î ve hatine Iraqê, heta îro jî em ji Dewleta Tirk û KDP’ê bêzar bûne. Çi heqê Dewleta Tirk heye ku li wan parçeyan wisa dike? Tiştek heye li vir kurd li ber xwe didin. Heke heta niha li ber xwe nedabûna, tiştek li holê nedibû. Ez bang dikim, divê kurd serî li hemberî hemû dewletan netewîne. Ji ber ku tu dewlet piştevaniya me kurdan nake. Miletê Rojava bi felsefa Serokatiyê mezin bûne. Bi xwîna şehîdan hatine heta van rojan. Di her bihosteke axa Rojava xwîna şehîdan heye. Ev miletê Rojava dê çawa axa xwe bide Dewleta Tirk? Gelê Kurd êdî serî li hemberî dewletan natewîne. Bila ev çete xilas bibin û em ê bibinin ku Dewleta Tirk çawa çok datîne. Dema kesek li dijî dewletê  derdikeve digirin û dişînin hefsê, lê kujeran naşînin hefsê. Niha bi hezaran mirovên me di hefsên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ne. Ji bo çi? Ev 30 sal in birayê min di hefsê de ye. 30 sal in em nizanin ku ka hestiyê mamê min li ku ye. Çi kiribûn? Bi hezaran kes di gorên komî de ne. Çîma? Em jî naxwazin kes bê kuştin, lê dema êrişê li me bikin em mecbûrin ku xwe biparêzin. Mirinek jî hebe bila bi şeref û bi namûs be. Ez bang li miletên Ewropayê û dewletên cîhanê dikim bila neaxifin bila bikevin nav pratîkê.”   'Parçeyên cenazeyên zarokên xwe kom dikin'   Helîm di berdewamiya axaftina xwe de carekdin bal kişand ser berxwedana Bendava Tişrinê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bila dinya berxwedana Bendava Tişrînê bibîne. Şehîdên me hebin jî kurd bi govenda xwe li ber xwe dide. Ma dilê me ne dil e, naşewite? Ma em ji bo mirovên xwe naşewitin? Niha heke Bendava Tişrînê bê xirakirin, ceyran û ava Iraqê dê qut bibe. Ma ereb nabînin? Duh jî depoya avê kirin hedef. Mirovan birçi dihêlin. Cihên depoyê genim û erzaqê hedef digirin. Hewldidin ku gel teslîm bibe. Tu carî Gelê Kurd mehkûmê nefsa xwe nebûye. Her roj Bendava Tişrînê tê bomberankirin û mirov şehîd dikevin. Lê dîsa komek din berê xwe didin bendavê. Mecbûrin ava xwe û axa xwe biparêzin. Jiyana wan ew der e. Ji sala 2011’an ve Dewleta Tirk êriş dibe ser Rojava. Ji bo çi? Ji ber ku li ber xwe didin û xwe bi rêve dibin. Ev dayikên ku 60 û 70 salî berê xwe didin Bendava Tişrînê, ligel sir û sermayê. Parçeyên cenazeyên zarokên xwe kom dikin. Gelo mirovatî vê yekê nabînin, vê berxwedanê nabînin. Li ser vê yekê naaxifin. Rojnamegerên ku rastiyê derdixin holê jî hedef tên girtin. Berxwedan li Bendava Tişrînê têk naçe, ji ber ku li vir mirov jiyana xwe diparêz e. Ez dewleta Iraqê jî şermezar dikim, ji bendavê sûdê digere lê çima xwedî li bendavê dernakeve? Îrade û felsefeya kurd xurt e û kesek nikare wan têk bibe. Hemû kes felsefeya Serokatiyê xwendi ne.”   'Divê cîhan li xwe şerm bike'   Helîm Îşlek, da zanîn ku divê berxwedan bê mezinkirin û yekitî bê pêşxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev dayikên ku ligel bombebaranê berê xwe didin bendavê, ez bejna xwe li hemberê wan ditewînim.  Xwedî li zarokên xwe derdikevin. Divê cîhan ji xwe şerm bike. Çi silah li ser milê wan dayikan heye? Çima bombe li wan zarokan dibarînin? Pitika 7 mehî bê dê û bav ma. Gelo mirovatî vê bêwijdaniyê nabîne? Mafê mirovan li vê cîhanê nîne, tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin. Maaşên Rusya, Emerika û Elmanyayê li ser vê axê derdikeve ji ber vê alîkariya QSD’ê dikin. Bo menfatên xwe piştevaniyê dikin. Heke em feydeyê bidin xwe, dê dinya elem jî feydeyê bide me. Heke em yekitiya xwe pêş bixin, berxwedana xwe mezin bikin û em xwe biparêzin dê dinya piştevaniya me bike.”   'Xwedî li jiyan, ax û ava xwe derdikevin'   Helîm Gundikremo jî behsa berxwedana bendavê kir û wiha axivî: "Ez silavên xwe ji dayik û bavên ku li Bendava Tişrînê li ber xwe didin re dişînim. Ez berxwedana wan silav dikim. Em serkeftinê ji wan re dixwazin. Em wek miletê kampa Mexmûrê baweriyê ji wan digirin. Di bin bombebaranê de xwedî li jiyan, ax û ava xwe derdikevin. Ew dayikên ku tiliyên xwe radikin û dibêjin ‘Em ji mirinê mezintir in’ girîn e. Divê gelê Rojava piştevaniya hevdû bikin û bi hev re li ber xwe bidin. Penaberî bi rastî pir zehmet e, em baş dizanin û v 30 sal in em penaber in. Dê bedel jî bê dayîn, şehîd jî bê dayîn lê berxwedan jî dê bidome."   'Mirin be jî, jiyan be jî em bi we re ne'   Helîm Gundikremo, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarok û dayikên Rojava bi bombardimana Dewleta Tirk tên qetilkirin. Dewleta Tirk çi dike bila bike gel dev jî berxwedana xwe bernade. Ji ber ku berxwedan jiyan e. Serkeftin dê bibe ya me kurdan. Em wek penaberên li Wargeha Mexmûrê piştevaniya berxwedana Bendava Tişrînê dikin. Mirin be em bi we re ne, jiyan be em bi we re ne.  Li Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava hemû kurd yek in. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê li pişt şehîd û şervanên xwe bin."