Hevserokên berê DEM Partî yên Esenyurtê hatin tahliyekirin 2025-02-06 18:46:54   STENBOL- Hevserokên berê yên DEM Partî yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan hatin tahliyekirin.   Hevserokên berê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Esenyurtê Rojda Yİlmaz û Abdullah Arinan ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘propaganda rêxistinê kirin’ hatibûn girtin runiştina wan ya yekemîn hat dîtin. Runiştin li 22’emîn Dadgeha Ceza Giran a Stenbolê hat dîtin û her hevserok bi SEGBÎS’ê tevli bûn.   Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan sucdarî redkirin û parêzerên wan daxwaza beratê kirin.Heyeta dadgehê biryara tahliyeya wan da û runiştin jî taloqî 6’ê Gulanê hat kirin.