Tunekirina bîra gel (4) 2025-02-06 09:07:20     Ji bo aştiya civakî heqîqet: Mînakên cîhanê û ders   Dîlan Babat   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyonên heqîqetê yên li welatên cuda yên cîhanê hatin avakirin, bi armanca dengê mexduran bidin bihistin, taritiyê ronî bikin kestin jiyanê.   Rûhevhatina bi êşên paşerojê re û pêkanîna edaletê pêkane gelo? Binpêkirina mafê mirovan, şer û darbeyên leşkerî. Piştî van travmayên tên jiyîn çawa  tên çareserkirin?   Li seranserê cîhanê gelek welatan komîsyonên heqîqetê ji bo vê wek riya çareseriyê dîtin. Ji Başûrê Afrîkayê bigirin heta Şîliyê ji Almanyayê bigirin heta Arjantînê li gelek welatan komîsyon hat avakirin û binpêkirinên mafan yên hatine jiyîn hatin lêkolînkirin û hewl dan bibin dengê edaletê.   Li gorî daneyên Esntîtuya Aştiyê ya Dewletên Yekbûyî, heta îro li Arjantîn, Bolîvya, Çad, Şîlî, Tîmor a Rojhilat, Ekvator, El Salvador, Almanya, Gana, Guatemala, Haiti, Nepal, Nijerya, Panama, Peru, Fîlîpîn, Sirbistan-Karadag, Sierra Leone,Başurê Afrîkayê, Başurê Koreyê, Sri Lanka, Uganda, Uruguay  û Zimbabve komîsyonên heqîqetê hene.   Em di vê beşa nûçeya xwe ya dawî de faliyetên komîsyonên heqîqetê yên li seranserê cîhanê digirin dest.   Başurê Afrîkayê   Li Başûrê Afrîkayê navbrea 1960-1993’yan de pevçûnên navxweyî hatin jiyîn û reşikan li dijî rejîma Apartheîd têkoşîn dan destpêkirin. Di pevçûnan de 12 hezar kesî jiyana xwe ji dset dan û bi hezaran kes astengdar man. Di 2'yê Sibata 1990'an de Serokdewlet F. W. Klerk ragihand ku qedexeya li ser Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) hatiye rakirin û girtiyên siyasî ku di nav de serokê ANC Nelson Mandela jî heye, hatine berdan. ANC di hilbijartinên yekem ên demokratîk ên ku di Nîsana 1994'an de pêk hatin de bû desthilatdar. Li ser vê yekê hin saziyên sivîl çalakî li dar xistin û bang li ANC’ê kirin ku ji bo lihevhatina civakî û toleransê Komîsyona Lihevkirinê bê avakirin, diyar kir ku di 27’ê gulanê de biryara avakirina Komîsyona Lihevkirinê ya Heqîqetê hatiye girtin. Di sala 1994'an de ji hemû beşên civakê hat xwestin ku li ser pêşnûmeya biryara ku tê amadekirin nêrîna xwe bidin.   Bi 6 zimanan 150 hezar pirtûk hatin derxistin   Di çarçoveya pêşniyar û rexneyên gelek beşên cuda de, pêşnûmeya qanûnê ya bi navê Pêşxistina Yekîtî û Lihevhatina Neteweyî hat amadekirin. Bi pêşnûmeqanûnê re biryar hat dayîn ku sûcên di navbera 1'ê Adara 1960'an û 5'ê Kanûna 1993'yan de bên lêkolînkirin, mexdûran bên tespîtkirin, çarenûs û cihê wan bên diyarkirin. Taybetmendiya herî girîng a pêşnûmeyê ew e ku "efûkirin di berdêla gotina rastiyê de mimkûn e." Komisyona Rastî û Lihevhatinê pêşnûmeya qanûnê bi 150 hezar pirtûkên bi 6 zimanan çap kir û belav kir û ji bo pêşnûmeya biryarê li seranserê welêt zêdeyî 30 semîner li dar xist. Di hemû radyoyan de jî pêşnûme hat xwendin. Ji aliyê din ve li ser bûyerên di navbera salên 1960 û 1993’an de qewimîne atolyeya dîrokê hate lidarxistin û hemû binpêkirinên mafên mirovan ên hatine kirin tomar kirin.   Guatemala    Guatemala wekî welatê ku şerê navxweyî yê herî dirêj ê Amerîkaya Latîn jiyîn ket dîrokê. Di şerê navxweyî yê ku di navbera salên 1962-1996'an de 35 salan dewam kir de 200 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 45 hezar kes winda bûn, bi mîlyonan mirov jî koçber bûn. Muzakereyên aştiyê yên di navbera hikûmet û rêxistina gerîla ya bi navê Yekîtiya Şoreşger a Guatemalayê (URNG) de bi navbeynkarî û çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hatin kirin. Di sala 1994’an de dema ku ev muzakere hîn didomin, aliyan li ser avakirina komîsyona heqîqetê li hev kirin. Komîsyona heqîqetê ku hêmaneke girîng a pêvajoya aştiyê pêk tîne, bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û beşdariya navneteweyî hat avakirin û parêzerê Alman Christian Tomuschat weke serokê wê hat tayînkirin. Komîsyona Heqîqetê ya Guatemalayê ku bi fermî wekî Komîsyona Zelalkirina Dîrokê tê zanîn, di sala 1997'an de piştî îmzekirina peymana aştiyê ya ku şerê navxweyî di Kanûna 1996'an de bi dawî kir, dest bi karê xwe kir. Endamên komîsyonê ji bo ku xwe bigihînin gundiyên belavbûyî yên Guatemalayê, 8 saetan li çiyayan bimeşin. Ev erk weke karê diyarkirina aliyê berpirsyar hate pênasekirin. Lê belê peymanê destûr neda ku kiryar bên eşkerekirin û bi nav û deng bên gotin. Tevî ku mafê komîsyonê heye ku ji nû ve avakirina artêşê pêşniyar bike jî, pêşniyarên li ser dayîna tazmînatê ji bo mexdûrên binpêkirina mafan hatin kirin. Xebatên komîsyonê di sala 1999an de di raporekê de hatin weşandin. Di raporê de hat diyarkirin ku di binpêkirinan de para gerîla jî heye, lê hate diyarkirin ku ji sedî 90’ê 626 komkujiyên hatine tomarkirin ji aliyê leşkeran ve hatine kirin.   Almanya   Li Almanyayê dawiya salên 1950’yî û destpêka salên 1960’î de zextên mezin ji derve û hundir hatin jiyîn. Di 8’ê Gulana 1970’ê de li Parlamentoya Almanyayê yekem car merasîmek bîranînê pêk hat. Serokwezîrê wê demê Willy Brandt di axaftina xwe ya li merasîmê de got, “Divê gel bi aramî li dîroka xwe binêre. Tu kes ji dîroka ku mîrate maye azad nîne.”  Willy Brandt di 7'ê Kanûna 1970'an de ku yek ji sembolên herî girîng ên hovîtiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn e, abîdeya ku ji bo bîranîna qurbaniyên Gettoya Yahûdiyan a Varşovayê hatibû çêkirin ziyaret kir, li ber abîdeyê çok danî û li ser navê tevahiya gelê Alman ji qurbaniyên qirkirinê lêborîn xwest.   Ispanya   Dema Franco de li Ispanyayê şerê navxweyî yê 35 salan berdewam kir hat jiyîn. 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Piştî dîktatoriyê ne bibîranîn, jibîrkirin esas hat girtin. Jibîrkirin wek bedela derbasbûna demokrasiyê hat dîtin û ji bo pêşrojê, paşerojê jibîr bikin eass hat girtin.   Ji 2000’î şûnde hesabpirsîn ket rojeva Ispanyayê. Înîsiyatîfa welatiyan a bi navê Vegerandina Bîra Dîrokî ya di sala 2000’an de hat avakirin, bi hezaran kesên ku di şerê navxweyî û serdema Franco de çarenûsa wan nediyar hat lêkolînkirin, di çarçoveya lêkolînan de gelek gorên komî hatin tespîtkirin û vekirin û mirî ji nû ve hatin definkirin.   Arjantîn   Li Arjantînê navbera 1976-1983 dîkatoriya leşkerî hat jiyîn û bedela vê li welat giran bû. Mirov hatin binçavkirin û 30 hezar mirov hatin windakirin. Piştî ku Alfonsî hilbijartin bidestxist li Arjantînê hesabpirsîna bi paşerojê re dest pê kir. 15’ê Kanûna 1983’yan de bi biryarnameya serokwezîr Komîsyona Heqîqetê ya Arjantînê bi navê Komîsyona Neteweyî ya Kesên Winda (CONDADEP) hat avakirin.   Piştî amadekirina raporê şûnde di 1985’an de lîderên cuntayê hatin darizandin û piranî general hatin cezakirin.   Şîlî   Li Şîlîyê ji sala 1973'yan heta 1989'an desthilatdariya leşkerî ya bi xwîn bû. Di vê serdemê de zêdetirî 4 hezar sivîl hatin qetilkirin, bi deh hezaran mirov rastî îşkenceyê hatin, bi sed hezaran kes hatin girtin. Rejîma ku ji ber qeyrana aborî lawaz bû, di sala 1989’an de rejîma parlementoyê hate guhertin. Di sala 1990’î de komîsyona lêgerîna heqîqetê hat avakirin. Komîsyona ku di destpêkê de weke sivîl dest bi xebatên xwe kir, piştre jî kete nava çarçoveya parlamentoyê. Komîsyon ji 8 kesan pêk dihat.   Komîsyona ku ji Gulana 2003'an heta Gulana 2004'an xebitî, ji 35 hezar û 865 kesan îfade girt. Rapora 1300 rûpelî ji hêla Serok Lagos ve hate eşkere kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku 802 navendên binçavkirin û girtinê yên ku piraniya wan veşartî ne hatine tesbîtkirin û hat destnîşankirin ku 28 hezar û 459 mexdûrên îşkenceyê hene û divê meaşê wan bê dayîn.   Endonezya   Di pevçûna 30 salan a di navbera Tevgera Azad a Aceh (GAM) û Endonezyayê de 15 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Yekser piştî ku dîktator Suharto di Gulana 1998an de ji desthilatê hat avêtin, Komîsyona Rastî û Lihevkirinê ya Açeyê hat damezrandin da ku binpêkirinên mafên mirovan ên ku ji aliyê rejîma kevn ve hatine kirin lêkolîn bike û eşkere bike. Di sala 2006’an de Dadgeha Destûra Bingehîn Zagona Komîsyona Rastî û Lihevkirinê betal dîtibû.    Komîsyona ku li Endonezyayê hat avakirin her çend ji tecrubeyên welatên din jî sûd wergirtibe jî, bi giranî Komîsyona Rastî û Lihevanînê ya li Afrîkaya Başûr ji xwe re mînak girt.   Pêşniyara Abdullah Ocalan a komîsyonê   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yekem kes bû ku li Tirkiyeyê komîsyonên heqîqetê û çareseriyê pêşniyar kir. Abdullah Ocalan piştî hevdîtina bi parêzerên xwe re di 2'yê Tîrmeha 2003'an de nexşerêyek ji 10 xalan pêk tê ji bo çareseriyê eşkere kir û ji bo pêkanîna nexşerêya xwe du komîteyên cuda pêşniyar kir. Komîteya yekem komîsyona heqîqetê ye, ku ji modela Afrîkaya Başûr îlham girtiye. Abdullah Ocalan diyar kir ku rewşenbîr, hiqûqnas, siyasetmedarên berê, burokratên berê û nûnerên DEHAP'ê dikarin di komîteyê de cih bigirin û destnîşan kir ku komîte dikare pêşniyarên çareseriya siyasî pêş bixe, bîlançoya her du aliyan diyar bike. û rûyê hundirê diyardeya şîdetê ya 30 salî eşkere bike. Pêşniyara duyemîn a Abdullah Ocalan, Komîteya Aştî û Çareseriya Demokratîk bû ku dê di navbera KADEK û dewletê de ji bo çareseriyê navbeynkariyê bike. Abdullah Ocalan daxwaz kir ku ev lijneya ku rasterast bi partiyan re bicive, ji rêxistinên sivîl, partî û rewşenbîran bê avakirin û destnîşan kir ku eger komîte bi partiyan re hevdîtin pêk bîne dê bêçekkirin pêk were.   Lê ev pêşniyara Abdullah Ocalan tu car neket jiyanê!