Ji Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Peyasê daxuyanî 2025-02-05 15:08:56   AMED - Navenda Jiyanê ya Jinan a di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne, ji ber eleqeya zêde ya xizmetên fîtness, fît kardiyo, pîlates û dîyetîsyeniyê maweya abonebûnê bi 6 mehan ve sînordarkirin.   Daxuyaniya ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ve hat dayîn de, da diyar kirin ku kapasiteya salonê 250 kesan radigire, lê 500 kesan serî lê dane û ji wan 500 kesan jê 308 kes endamên çalak in. Di belavoka ji raya giştî re hatbelav kirin de ji bo kapasîteya navenda xwe zêde bikin û xwe bigihînin gelek jinan, li ser projeyên nû dixebitin gotin û wiha berdewam kirin:   “Ji Çapemenî û Raya Giştî re    Navenda Jiyanê ya Jinan a ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya me de xebatên xwe didomîne, bi xizmetên fîtness, fît kardiyo, pîlates û dîyetîsyeniyê eleqeyeke mezin dibîne.   Em xebatên xwe yên ji bo ku jin zêdetir tevlî çalakiyên civakî, çandî û sportîf bibin, bênavber didomînin. Li ser vî esasî em ji raya giştî re eşkere dikin ku ji bo em kapasîteya navenda xwe zêde bikin û xwe bigihînin gelek jinan, em li ser projeyên nû dixebitin.   Navenda Jiyanê ya Jinan a ku kapasîteya wê 250 kes e, a niha xizmetê dide 308 endamên çalak. Di heman demê de pêvajoya serlêdanê ya 500 kesên ku berê serî lê dabûn jî, didome. Ji bo ku em bi awayî adilane û domdarî karibin pêdiviyan bi cih bînin, maweya abonebûnê bi 6 mehan hatiye sînordarkirin.   Ji ber eleqeya zêde ya ji bo Navenda Jinan a Jiyanê em spasiyê li hemû endamên dikin û ji raya giştî re radigihînin, armanca me ev e ku em xwe bigihînin gelek jinan.”