Kongra Star êrişa li dijî Hêva Erebo şermezar kir 2025-02-04 13:16:03        NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star êrişa li dijî endama Koordînasyona Kongra Star Hîva Erebo şermezar kir û diyar kir "Em dibêjin em soz didin hevrê Salîhe û tevahî şehîdan ku em ê tola wan rakin û em ê tekez şoreşa neteweya demokratîk û şoreşa jinan bi ser bixin"   Koordînasyona Kongra Star der barê qetilkirina endama Koordînasyona Kongra Star Hîva Erebo (Salîhe Viyan) de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Stada 12`yê Adarê ya li bajarê Qamişloyê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Şîras Hemo ve hate xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   "Careke din dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi sûcê şer rabû û jinên şoreşger hedef girtin. Careke din dijminatiya xwe li hember jinan û hovîtiya xwe li pêşiya çavê cîhanê berdewam dike.  Di 27’ê Çileya îsal de dema ku endama koordînasyona me Hîva Erebo bi armanca  ku bi rêxistinên jinan re hevdîtinê bike çûbû Başûrê Kurdistanê, ji hêla dewleta Tirk ve hate hedefkirin û şehîd bû.   Di serî de em bi navê tevahî jinên azadîxwaz vê êrişa faşîst a dewleta Tirk şermezar dikin û  em ji malabata welatparêz û jinan û gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Di şexsê hevrê Hîva Erebo de em bejna xwe li hember tevahî şehîdên azadiyê ditewînin û wan bi minetdarî bibîrtînin.   Dewleta Tirk tawaneke nû li tawanên xwe yê li dijî mirovatî zêde kir. Qetilkirina jinên şoreşger, jinên azadîxwaz bûye nasnama vê dewleta faşîst. Bi vî rengî dixwaze îradeya jinan bişkîne û teslîm bigire. Lê divê jibîr neke ku her şehîdek biryardarî û israra me ya azadî û serfiraziyê xurt dike û ruhê tolhilandê li dijî vê pergala faşît û zalim bilind dike.   Hevrê Hêva Erebo a ku bi navê Salîha Viyan dihate naskirin sala 1981’an li bajarê Dirbêsiyê ê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, di malbateke welatparêz de ku bi çanda xwe û zimanê û nasnama xwe ve girêdayî mezin bû. Malbata wê hîn ji temenkî biçûk ve li ser nirxên şoreşa gelan û felsefeya jina azad perwerde kir. Lewma bê dudulî jiyan kir. Di temenê 16 salî de beşdarî xebatên siyasî dibe û di nava xebatê rêxistinkirina gel de cih digre. Weke ciwaneke Kurd ji bo azadiya gelê xwe û azadiya jinan di sala 2000’an berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Ji bo ku bibe mîlîtaneke azadiyê ya pêşeng heta dawiyê bi cidiyet bi disîplîn xwe perwerde kir û ji bo hevrêyên xwe bû mînaka dilnizmî, fedakarî, jina azad û hevrêtiyê. Bi rastî ew dildara gelê xwe û doza xwe bû.   Hezkirina welat û girêdana wê bi nirxên şoreşa jin re hişt ku heval Salîhe beşdarî tevgera azadiyê bibe, sînorê ku dijmin daniye nas nekir. Bû şervana azadiyê ji bo her çar perçeyên Kurdistanê. Li Rojhilat , li Başûr li Rojava ji bo ku gelê Kurd û jinan rêxistin bike xebateke bêhempa da meşandin. Heval Salîhe bi yekitiya gelê Kurd bawer dikir û ji bo sînorên ku di mejî û dilê me de hatiye çandin hilweşîne û ji bo yekitiya gelê Kurd bi eşqeke mezin têkoşîn kir.   Hevrê Salîhe di kesayeta xwe de şoreşa jin, jiyan , azadî pêkanî bû  û ji bo ku vê şoreşê bike çand û bike jiyan kedeke mezin da. Ne tenê ji bo jinên Kurd, di heman demê de ji bo rêxistinkirina jinên Ereb jî xebat meşand. Piştî rizgarkirina herêmên mîna Raqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê ji DAIŞ’ê, heval Salîhe ji  bo rêxistina jinan ava bike û zanista azadiyê di nava jinan de belav bike û jinê bike xwedan vîn û beşdarî hemû qadên jiyanê bike li van deveran xebitî û bû mînaka jina şoreşger ku hemû jin jê hêz bigrin û pêşenga xwe bibînin.   Heval Salîhe yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweser bû; ji bo ku hemû nasname beşdar bibin, ji bo jin bi awayekî wekhev di nava pergala Rêveberiya Xweser de cih bigrin û demokrasiyeke rasteqîn pêk were xwedan kedeke mezinbû. Di vê der barê  de  di Desteya Jin a Kantona Cizîrê de cih girt, piştre weke hevserokatiya Kantona Cizîrê hat hilbijartin, ji bo avakirina şoreşa neteweya demokratîk bi hemû pêkhateyan re bi awayek, wekhev, adil û demokratîk tev digeriya.   Hevala Salîhe bi baweriya ku şoreşa jin bingeha şoreşa civakê ye, cihê xwe di Kongra Star de girt û heya dawiyê weke endama Koordînasiyonê kar da meşandin. Di vê demê de jî ji bo rêxistina jinan, perwerdekirin wan û nîşandana rêya azadiyê bû hevrêya her jinekê.   Mirov dike bêje ku heval Salîhe di meşa xwe de ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya jinan de şoreşgereke bê sînor bû, ji bo vê yekê jî li her çar perçêyên Kurdistan cihê xwe di dilê gelê Kurd û hemû jinan de çêkir.   Divê dewleta Tirk a kurjer û faşîst bizane ku her ku ew jinên wiha hedef digre, hêrsa me, rihê tolhildanê, girêdana bi xeta azadiyê mezin û bi hêztir dibe. Ev ala ku hevrê Salihe bilind kiriye îro bi sedhezaran jin di bin siya wê de dimeşin. Bedel çi qas mezin be û bi êş be jî ti hêz nikare me vegrîne jiyana kole û serîtewandî.   Di dawî de em dibêjin em soz didin hevrê Salîhe û tevahî şehîdan ku em ê tola wan rakin û em ê tekez şoreşa neteweya demokratîk û şoreşa jinan bi ser bixin."