Doza Narîn Guran birin îstînafê 2025-02-04 11:00:08       AMED - Baroya Amedê ji bo ku Nevzat Bahtiyar ê di cînayeta Narîn Guran de ji sûcê “delîl veşartine” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn ji sûcê “Bi komî zarok biqesdî kuştine” were cezakirin, serî li îstînafê da.    Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê Tebaxa sala 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bû û cenazeyê wê di 8’ê Îlonê de hate dîtin. Di doza cînayeta Narîn Guran de biryar di 28’ê Kanûnê de hate dayin. Dadgehê, ji ber sûcê “bi komî zarok biqesdî kuştine” cezayê muebbeta girankirî da dayika Narînê, Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran û apê wê Salîm Guran. Her wiha ji ber sûcê “tunekirin, veşartin û guherandina delîlan” jî 4 sal û 6 meh cezayê hefsê da bersûc Nevzat Bahtiyar.    Baroya Amedê ji bo ku Nevzat Bahtiyar ê ji sûcê “delîl veşartine” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn ji sûcê “Bi komî zarok biqesdî kuştine” were cezakirin, serî li îstînafê da.